Komxebata navneteweyî ya zimanê kurdî bi dawî bû

Komxebata navneteweyî ya li ser rewşa zimanê kurdî û astengiyên wê ku li navçeya Koyeyê destpê kiribû, bi dawî bû. Di dawiyê de jî encamnameya komxebatê bi çend xalên ji bo giringîdana zimanê Kurdî û çareseriya astengiyên li pêşiya wê hat ragihandin.

Komxebata navneteweyî ya zimanê kurdî bi dawî bû
21 sibat, 2022   19:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro di saetên sibehê de bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê, Beşa Zimanê Kurdî ya Zanîngeha Koye bi hevkariya Komisyona Ziman a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, komxebatek hate organîze kirin. Komxebata navneteweyî ya li ser rewşa niha ya zimanê kurdî û astengiyên wê di saetên êvarê de bi ragihandina encamnameyê bi dawî bû.

Komxebata ku sê panel têde hatin dayîn û gelek pispor û mamosteyên ziman li ser giringiya zimanê Kurdî û çareserkirina pirsgirêk û asengiyên li pêş pêşxistina zimanê Kurdî hene axivîn. Komxebat bi ragihandina encamnameyekê bi dawî bû

Encamnameya komxebatê ji aliyê mamosteyê Beşa Zimanê Kurdî ya Zanîngeha Koye Dr. Hêmin Ebdulhemîd ve hat xwendin.

Encamnameya komxebatê wihaye;

-Divê hikûmeta Herêma Kurdistan û saziyên peywendîdar ji bo parastin û pêşxistina zimanê kurdî xwedî siyaset û plan bin.

-Divê nûnerên kurdan li Bexdayê ji bo bi cihanîna madeya çar a destura Iraqê bi xebitin û pirsgirêkên zimanê kurdî yên li deverên ji Herêma Kurdistanê qût bûyîn çareser bikin.

-Divê Hikûmeta Herêma Kurdistan û saziyên peywendîdar ji bo nêzîkirina diyalektîkên cûda yên kurdî û xurtkirina peywendiyên navbera wan a li ser asta her çar parçên Kurdistanê bi xebitin.

-Divê hikûmeta Herêmê êdî kar bi biryara nehesibandina zimanê kurdî ya li kolejên zanistî neke.

-Pêwîste hikûmeta herêmê hemû saziyên peywendîdar girêdayî mercê fêrbûna zimanê kurdî ji bo her kesek biyanî ku li herêma Kurdistanê kar dikin bike.

-Vekirina beşên wergerê li kolejan.

-Vekirina kolejên zimanê dayîkê û berfirehkirina beşên zimanê kurdî.

-Hewildan ji bo parastin û pêşxistina hemû zaravayên zimanê kurdî.

-Li beşên zimanê kurdî yên zanîngehên Başûr, vegirtina xwendekarên ji parçên din ên Kurdistanê.

-Li ser asta navneteweyî hewildan werin kirin daku qedexeya li ser zimanê kurdî were rakirin.

-Li ser asta neteweyî xurtkirina peywendî û hemahengiya navbera dezgeh û navendên taybet ên li ser zimanê Kurdî di xebitin.

-Pêwîste wezareta rewşenbîrî siyaseta xwe ya ji bo rewşa zimanî kurdî, ragihandin û perwerdê di ber çavan re derbas bike.