Îsraîlê başûrê Şamê kir hedef

Çavkaniyekî leşkerî yê hikumeta Şamê ragihand ku Îsraîlê, derdora bajarokekê li başûrê paytexta Şamê bi moşekan kiriye armanc.

Îsraîlê başûrê Şamê kir hedef
17 sibat, 2022   07:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa SANA`yê ya girêdayî hikumeta Şamê got: “Îsraîlê bi moşekan gelek nuqteyên li derdora bajarokê Zakiye yê başûrê Şamê kiriye hedef, di encamê de zirarên madî çêbûn.”

Çavkaniyekî leşkerî ji ajansa SANA`yê eşkere kir ku: "Duh êvarê derdora saet di 011: 35`an de, Îsraîlê ji Colanê bi moşekan gelek nuqte li derdora bajarokê Zakiye yê başûrê Şamê kir armanc."

Her wiha diyar kir ku di encama êrişa Îsraîlê de, zirarên madî çêbûne.

(eh)