Gelo Başaxa ji aloziya Lîbyayê re dibe bersiv?

Pisporên rewşa Lîbyayê, dibêjin ku cara yekemîn e meclisên parlamantoyê û dewletê li ser avakirina hikumeta nû ya bi serkêşiya Başaxa, li hev dikin. Ev aliyên bi nakok ruxmî ku guman dikin qonaxên demkî yên nû ber bi çiravekî ve diçin, lê dîsa jî eşkere dikin ku Başaxa di nav dewletên mudaxele dikin û çekdarên li Tarablusê de tê qebûlkirin.

Gelo Başaxa ji aloziya Lîbyayê re dibe bersiv?
17 sibat, 2022   06:42
QAHÎRE-EMANÎ EZAM

Meclisa Parlamantoya Lîbyayê ya li Tebreqê, wezîrê hundirîn yê berê Fethî Başaxa ji bo serokatiya hikumeta nû li şûna Ebdullhemîd El-Debîbe hilbijat. Meclisa Parlamantoyê dema erka hikumeta El-Debîbe bi dawî bûye, ji ber ku hilbijartinên ku diviyabû ku 24`ê Kanûna derbasbûyî, li dar bixista,  li dar nexist.

Diyar e ku serokê hikumeta Lîbyayê ya demkî Ebdullhemîd El-Debîbe bi hêsanî dev ji desthilatê bernade  ji ber gotibû, ew destûrê nade ku qonaxa demkî ya nû wer avakirin, her wiha ew ê hikumeta nû qebûl neke.

Şopdarên rewşê dibêjin ku El-Debîbe bi awayekî eşkere li kêleka dewleta Tirk e ku çeteyên sûrî û leşkerên Tirk şandin Lîbyayê û ji bo berjewendiyên xwe çek dan wan. Ev jî dihêle gelek hêzên destwerdana Lîbyayê dikin piştgiriya avakirina hikumeta nû ya Başaxa bikin, ji wan Misir e ku dibêje rewşa Lîbyayê rasterast bandorê li ewlehiya wê jî dike.

LIHEVKIRINEK DI NAVBERA PARLAMANTOYÊ Û MECLISA DEWLETÊ DE HEYE

Têkildarî mijarê serokê Navenda Ereb a Lêkolînan Mihemed Fethî El-Şerîf anî ziman ku rêgeha siyasî ya nû ya li Lîbyayê ji 2011`an ev cara yekemîn ku guhartineke wiha balkêş pêk tîne, ji ber ku ev cara yekemîn ku hêzên bibandor li ser rêgeheke siyasî li hev dikin û got: "Ku ew jî hikumeta Fethî Başaxa ye û aliyê yesayî yê welêt û Meclisa Dewletê erê kiriye."

El-Şerîf ji ajansê re wiha axivî: "Dema xebata siyasî xetimî û hilbijartin di 24'ê Kanûna borî de, astengiyên berê lihevkirinek di navbera fermandarê giştî yê hêzên çekdar ên Lîbyayê Xelîfe Hefter û Fethî Başaxa de çêkir, sedema vê yekê jî hêza Qahîre bû. Li aliyekî din jî hevdîtina Hefter û Başaxa ya li Bingazî girîngtirîn hevdîtin bû, ku bi erêkirina gel nexşerêyeke nû xêz kir."

Serokê Navenda Ereb a Lêkolînan diyar kir ku kiryarên ku serokê hikumetê pêk tîne, derbaskirina xebata Ebdullah El-Debîbe ye û got: "Ev yek nêzîkatiyên Fayîz El-Serac tîne bîra me ku bû sedema jihevxistina tevna civakî ya Lîbyayê. Lê îro ne wekî duh e. Tişta ku Serac kiriye, El-Debîbe nikare bike, ji ber piraniya hêzên li rojava êdî girîngiya îstiqrar û lihvkirinên baş fam dikin. Her wiha gel û hin siyasetmedar ji aliyê koma Îxwan a terorîst û rola Tirkiyê ve hatibûn  xapandin. Îro rastiya Tirkiyê û koma Îxwan a terorîst li pêşiya gel û hin hêzên siyasî ve eşkere bû."

El-Şerîf bal kişand ser peymana di navbera Hefter û Başaxa de û got: "Kaxezên komplogerên li ser Lîbyayê tevlihev kir, her wiha rola xerabkar eşkere kir. Ez di wê baweriyê de me ku beşên ku sûdê ji vê yekê digirin ku El-Debîbe jî di nav de  ye, hewl didin bi roleke lehengî ya sextet rabin. El-Debîbe dema ku da ser rêya îxwan û Tirkiyê û dijbertiya Hefter û artêşê kir û dev jî hêzên her aktîv û amade ku îstiqrarê diparêzin an ku artêşê berda, derfeteke zêrîn ji dest û bibe yek ji sûtûnên îstiqrara Lîbyayê."

El-Şerîf diyar kir ku dê civata navneteweyî rewşa heyî qebûl bikin û El-Debîbe û hevalbedên wê wê mîna El-Serac ji qada siyasî derkevin.

El-Şerîf anî ziman ku ew derbarê niyetê Meclisa Dewletê  bi guman e û got, serokê meclisê Xalid El-Meşerî ji kesên girîng û sereke ye ku rêgeha siyasî asteng dike. El-Şerîf wiha domand: "Ruxmî ku lihevkirina heyî, lê gumanên min li ser niyetên koma Îxwan û Xalid El-Meşerî yên derbarê vê lihevkirinên de hene. Di wê baweriyê de me ku rewşa li ser erdê û lihevkirina heyî El-Meşerî neçar kir ku bi fermanên Tirkiyê lihevkirin qebûl bike."

Serokê Navenda Ereb a Lêkolînan Mihemed Fethî El-Şerîf îşaret bi helwesta civata navneteweyî kir û got, helwesteke nezelal e û wiha axivî: "Ji ber ku civata navneteweyî her tim li benda serkeftina li ser erdê ye û piştre helwesta xwe diyar dike. Ev yek jî di daxuyaniyên sekretêrê giştî yê NY`yê û balyozê Amerîkayê de eşkere dibe. Ji ber ku daxuyaniyên wî wekî her dem bêalî dixuyan. Lê mirov dibîne ku helwesta dewleta Misirê ya derbarê îstiqrara gelê Lîbyayê, yekbûna saziyên wê û bidawîkirina teror û tundrawiyê de zelal e, ji ber ku rêveberiya Misirê bi hemû hêza xwe dixwaze îstiqrar li dewleta Lîbyayê pêk were ku dûrî komên xwînrij û terorîst be."

ꞌDERBARÊ ÇARESERKIRINA DOSYAYAN DE, DIBE KU LI SER LIHEVKIRINÊN HEYÎ XEBAT WERE KIRINꞌ

Li aliyekî din jî rojnamevan û lêkolînerê rewşa Lîbyayê Ebdulhadî Rebî wiha axivî: "Lîbya ber bi qonaxeke demkî ve diçe, da ku îstiqrareke mîsoger bike û amadekariya hilbijartinan bike, ji ber ku du caran hate taloqkirin. Cara yekemîn 24'ê Kanûna 2021'an de bû û ya duyemîn di 24'ê Çileya 2022'ayn de bû."

Rojnamevan Ebdulhadî Rebî anî ziman ku tenê rêyeke li pêşiya Meclisa Parlamantoyê heye ew e ku ber bi nexşerêya nû û hikumeta demkî ve biçe, her wiha li ser destûrekê erê bike ku dê bibe gaveke bingehîn ber bi lidarxistina hilbijartinan ve.

Rebî got: "Ev cara yekemîn e ku aliyên niştimanî yên lîbyayê bi giştî li ser hilbijartina hikumeta Fethî Başaxa erê dike, pê re baweriya Meclisa Parlamantoyê û Meclisa Dewletê qezenc kir, ev her du alî jî bi nakok in. Her wiha bi Fermandariya Giştî ya Artêşa Lîbyayê re hevkarî heye, ev jî tê wateya ku li ser Başaxa lihevkirineke niştimanî heye.

Rebî bal kişand ser lihevkirina di navbera Meclisa Parlamantoyê û dewletê û wiha dewam kir: "Divê lihevkirin li ser hebe da ku bi rêya komîteyên diyalogan ên her du meclisan dosyayên din werin çareserkirin, nexasim piştî parlamanteran bi Meclisa Dewletê re komîteyeke hevbeş ava kir û nîv û bi nîv tev li bibin, da ku guhartinên pêwîst di destûrê de çêbikin, ji ber ku guhartineke girîng e û cara yekemîn Meclisa Parlamantoyê hevkariyeke wiha dike."

Rebî eşkere her çendî dîroka Başaxa bi pirsgirêkên bi lîbyayan re tijî ye ji ber ku bi hin milîsên ku komkujî pêk bîne, di nav de komkujiya Xerxûr ve girêdayî ye, lê dîsa jî torên têkiliyên wî yên yên navxweyî û derve xurt in, hêza wî heye, di heman demê de planên wî yên aktîv hene ku dikare milîsan tune bike û çek ji wan bisîne. Her wiha hêza wî heye ku pirsgirêkên ewlehiyê çareser bike ku di dema şerê Terablusê de bi rêya diyalogên bi fermandariya giştî re destek da pêvajoya aştiyê.

Rebî diyar kir ku di halê hazir de rast e El-Debîbe bi desthilatê ve girêdayî, lê di dawiyê de dê radestî Başaxa bike, ji ber ku lihevkirineke niştimanî li ser heye, her wiha dê gelek wezîrên wî jî îstîfa bikin û derdora sisyan ji wan jî werin girtin.

Rebî îşaret pê kir ku Neteweyên Yekbûyî û civata navneteweyî hîn jî biryarek nedane, ji ber ku her du tev li avakirina hikumeta El-Debîbe bûne, lê xwe li pêşberî vîna Lîbyayiyan û Meclisa Parlamantoyan dibînin, dîsa jî li ser Başaxa lihevkirin heye.

ꞌÇIRAVA QONAXÊN DEMKÎ BI DAWÎ NABINꞌ

Lêkolîner û akademîsyenê lîbayayî Dr Gebiraîl Ubeydî jî got: "Ruxmî ku lihevkirinek dûrî destwerdana derve di navbera Meclisa Parlamantoyê û Meclisa Dewletê de li ser serokê hikumetê heye, lê dîsa jî Lîbya ketiye çirava qonaxên demkî ku êdî bi dawî nabin. Ev şikestineke mezin e piştî betalkirina hilbijartinan ji bo mayîn û dirêjkirina dema pêvajoya demkî ye."

Ubeydî destnîşan kir ku piştî gendelî, têkçûna hikumeta heyî, hilbijartina serokekî ji bo hikumeta nû girîngiyeke.

Lêkolîner û akademîsyen got, bi hikumeta demkî be jî Lîbya ber bi îstiqrarê ve diçe û wiha domand: "Ji ber ku vebijêrka vê carê ji bo kesekî bi hêz e ku dikare li Tarablusê tev bigere, di heman demê de piraniya komên çekdar destekê didinê. Beriya niha jî wezîrekî hundirîn bû û serkeftina xwe îsbat kiriye. Di encamê de dikare herî kêm di qonaxên bê de yên ku parlaman di nexşerêya destûrê de diyar kiriye, aramiyekê mîsoger bike."

DI 15 ROJAN DE HIKUMETA NÛ

Li aliyekî din jî rojnamevan û lêkolînerê siyasî yê lîbyayî Idrîs Ihêmîd jî li ser geşedanên li Lîbyayê wiha axivî: "Pêşdeçûnên li Lîbyayê dide xuya kirin ku Fethî Başaxa dê di 15 rojan de li gorî pisportiyê hikumetê ava bike da ku aloziyên jiyanî, debarê û ewlehiyê çareser bike. Dibe ku Komîteya 5+5 di mijara artêşê de hevkariyeke mezin pê re bike. Başaxa di ewlekariyê de xwedî ezmûn e, ji ber ku di hikumta Fayiz El-Serac de wezîrê hundirîn bû, di encamê de dê eleqeyeke mezin bide qada ewlehiyê."

Ihêmîd li îşaret pê kir ku qada aborî jî gelek girîng e û Başaxa dê hewl bide ku baş bike. Her wiha got: "Daxuyaniyên El-Debîbe ku biryarên parlamantoyê asteng kir û gotibû ku ew ê desthilariyê tenê radestî hikumeta hilbijartî bike, wê bandorê neke, ji ber ku aliyên navneteweyî û NY`yê tedbîrên nû fêm kirine û wan wekî xebateke hundirîn dibîne, ji ber ku tişta ji bo wan girîng parastina dema lidarxistina hilbijartinan e."

(eh)

ANHA