Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 97 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku îro li herêmê 97 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 97 kesên din bi Koronayê ketin
17 sibat, 2022   09:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku li herêmê 97 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine û 7 pêketî jî baş bûne.

Daneyên ku desteyê parve kirine wiha ne: 49 mêr û 48 jin bi vîrusê ketine; Hesekê 20, Qamişlo 17, Dêrik 16, Tebqa 10, Reqa 8, Minbic 7, Amûdê 6, Rimêlan 4, Dêrazor 3, Dirbêsiyê 3 û Girkê Legê 3.

Bi van daneyan re hejmara pêketiyan li Bakur û Rojhilatê Srûiyê gihaşt 38 hezar û 214 nexweşan, ji wan hezar û 539 nexweş mirine û 2 hezar û 543 nexweş jî baş bûne.

(şx)

ANHA