ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-02-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-02-2022
17 sibat, 2022   00:00

-Şêniyên Dêrikê cenazeyê şehîdên Pêngava Gurzê Gelan Serhed Harûn û Xebat Marînos li goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir dikin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Qamişlo cenazeyî şehîd Cûdî Firat li goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir dikin, saet 13:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-HPC'ê ya Hesekê têkildarî parastina rewa û êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser girtîgeha Sînaayê civînekê berfireh li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêxistina PYD'ê ya Kobanê ji bo nirxandinên geşedanên siyasî civînan li gundên rojavayê kantonê li dar dixe, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di du rojên borî de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarokê Til Rifet û gelek gund û navçeyên kantona Şehbayê û Şêrawa ya Efrînê topbaran kirin. Di encama wê de 6 welatiyan di nav de 3 zarok birîndar bûn. Her wiha ziyan gihaştin mal û milkên sivîlan jî. Êrişên domdar gefan li jiyana bi hezeran koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê dixwe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên li kampa Efrîn têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker gotin, êrişên dewleta Tirk asta şermezarkirinê derbas kirine. Her wiha bêdengiya dewletên navneteweyî ya li hemberî van êrişan şermezar kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Welatiyê bi navê Xelîl Xilo ku di salên 1990'î de rêber Abdullah Ocalan dîtibû, dibêje “Dîtina min a rêber Ocalan kêfxweşiyek e ku nayê wesifkirin” û destnîşan kir ku rêber Ocalan rêya berxwedanê hilbijart û pêşengî ji gelê xwe re kir û heya îro jî di girtîgehê de didomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Dîwana Edaleta Civakî ya Tebqayê Ebdulhemîd El-Nehar diyar kir ku pêwîste dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ'ê li herêmê were avakirin, her wiha girîngiya naskirina Rêveberiya Xweser di qada navneteweyî de destnîşan kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

-Di wan demên dawîn de li Tirkiyê li ser qebûlkirina zimanê kurdî wek dersa hilbijartî nîqaşek heye. Hin qebûl dikin, hin jî qebûl nakin. Yên herî zêde diparêzin jî çapemaniya Başûr û hin derdorên nîjadperestên kevneperest in.

KURDISTAN

- Hevahengiya di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Kazimî de di warê leşkerî û siyasî de li ser Şengalê, hebûna xaleke hevbeş di navbera her du aliyan de nîşan dide. Armanca wan tunekirina Rêveberiya Xweser a Şengalê û têkbirina vîna êzidiyan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyê êla El-Selman û berdevkê Meclisa Êlên El-Bûkemal, Selah El-Selman got, PKK'ê partiyeke mirovî ye ku parastina herêmê li dijî terorê kir. Her wiha li ser navê şêx û rûspiyên êlên Ereb ên li Dêrazorê banga derxistina navê PKK'ê ji "lîsteya terorê" kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbatên şehîdên Pêngava Gurzê Gelan serdana Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Enqereyê şeremzar kir ku hemwextî merasîmên zarokan pêk hat û got: "Li şûna ku Barzanî sersaxiyê ji malbatên şehîdan re bixwaze, şîfa ji Erdogan re xwest." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Pisporên rewşa Lîbyayê, dibêjin ku cara yekemîn e meclisên parlamantoyê û dewletê li ser avakirina hikumeta nû ya bi serkêşiya Başaxa, li hev dikin. Ev aliyên bi nakok ruxmî ku guman dikin qonaxên demkî yên nû ber bi çiravekî ve diçin, lê dîsa jî eşkere dikin ku Başaxa di nav dewletên mudaxele dikin û çekdarên li Tarablusê de tê qebûlkirin. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Nexweşxaneya Firat a Giştî ya bajarokê Ebû Hemam a Dêrazorê, destpêkê ji şewatê û destwerdanên lezgîn re dibû bersiv, lê piştî Rêveberiya Xweser destek da, taqîgeh û odeya neşterjiyê amade kir ji destpêka salê ve zêdetirî 40 emelî çêkirine.  (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA