‘Li şûna sersaxiyê ji malbatên şehîdan re bixwaze, şîfa ji Erdogan re xwest‘

Malbatên şehîdên Pêngava Gurzê Gelan serdana Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Enqereyê şeremzar kir ku hemwextî merasîmên zarokan pêk hat û got: "Li şûna ku Barzanî sersaxiyê ji malbatên şehîdan re bixwaze, şîfa ji Erdogan re xwest."

‘Li şûna sersaxiyê ji malbatên şehîdan re bixwaze, şîfa ji Erdogan re xwest‘
17 sibat, 2022   04:22
QAMIŞLO – RÊNAS REMO

Hemwextî merasîmên oxirkirina şehîdên Pêngava Gurzê Gelan a bersivdayîna êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê, serokê hikumeta Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 2'yê Sibatê serdana Enqereyê kir û hevdîtin bi serokê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan re pêk anî. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di serî de malbatên şehîdan nerazîbûn nîşanî vê serdanê dan û gotin: "Nêçîrvan Barzanî li şûna ku sersaxî ji malbatên şehîdan re bixweze, serdana Edogan dike."

'BERDÊL BERSIVA HÊZÊN KOMPLOGER E'

Malbatên şehîdên Pêngava Gurzê Gelan derbarê serdana Nêçîrvan Barzanî de gotin: "Vê serdanê birînek li birînên me zêde kir. Em bang li PDK`ê dikin ku dev ji hevkariya di êrişên li dijî gelê Kurd de berde û yekitiya Kurdî ava bike."

Apê şehîd Ceger, Mehmûd Ehmed Yûsif ê ji navçeya Çilaxa  destnîşan kir ku êrişa li ser girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêranê ya Hesekê komployeke mezin bû ku gelek dewletên kendavê û dewleta Tirk beşdarî wî bûn û got, aliyên beşdar hewl dan ku Rêveberiya Xweser tune bikin û DAIŞ`ê  vejînin.

Yûsif diyar kir ku berdêlên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bersiveke diyar ji hêzên komploger re ye ku planên wan têk birin û got, ev berdêl ne tenê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, lê belê çarenûsa tevahî cîhanê girêdayî wê bû.

Apê şehîd Ceger serdana Nêçîrvan Barzanî ji Enqere re û civîna wî bi Erdogan re şermezar kir û bang li PDK`ê kir ku dev ji siyaseta dijberî doza kurdî berde.

'BAZIRGANIYÊ  BI XWÎNA KURDAN DIKE'

Xalid Xelef ê birayên wî Hemze Xelef di Pêngava Gurzê Gelan de şehîd bû û Baz Qamişlo di bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagrker ên li ser Serêkaniyê şehîd bû got, ew bazirganiya ku Nêçîrvan Barzanî bi xwîna kurdan dike ku di vê demê de serdana Enqereyê kir bêyî ku sedemên wî eşkere bike red kir, her wiha pirs kir ku heger ev serdan dikeve xizmeta doza Kurdî yan jî bazirganiya pê ye û wiha domand: "Em hemû dizanin ku dewleta Tirk dijminatiya Kurd û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike."

Xelef anî ziman ku divê PDK`ê yekitiya Kurdan ava bike û dev ji dewleta Tirk berde ku di her tiştî de jê re bûye lêveger.

 ‘LI ŞÛNA SERSAXIYÊ JI MALBATÊN ŞEHÎDAN RE BIXWAZE, ŞÎFAYA ERDOGAN DIXWAZE‘

Bavê şehîd Sead, Nafih Nehmo got berxwedana zarokên wan êrişa çeteyên DAIŞ`ê û komloya dewletên alîgirên wan têk bir.

Li serdana Nêçîrvan Barzanî ji Enqereyê re Nafih Nehmo anî ziman ku ev yek hevkariya wan di êrişa şaneyên DAIŞ`ê li ser girtîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê de eşkere dike.

Nehmo da zanîn ku di dema ku Erdogan dixwaze Kurdan qir bike, Nêçîrvan Barzanî serdana wî dike û got, li şûna ku sersaxiyê ji malbatên şehîdên Pêngava Gurzê Gelan re bixwaze, hêvî dike ku Erdogan ji Koronava vîrus baş bibe.

Bavê şehîd Sead destnîşan kir ku êrişa şaneyên DAIŞ`ê a li ser girtîgeha Sînaayê berdewama komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan, Rêveberiya Xweser û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

(bx)

ANAH