Li Lubnanê şerê hilbijartinan dest pê kir; civaka sivîl lîstikvana sereke ye

Gelo dê tevlêbûna gel ji hilbijartiênn Lubnanê re çawa be? Dê Tevgera Cotmehê û civaka sivîl xwedî helwesteke çawa bin û li hember antîpropagandaya Hizbullahê bikarin bi ser bikevin?

Li Lubnanê şerê hilbijartinan dest pê kir; civaka sivîl lîstikvana sereke ye
12 sibat, 2022   09:19
BEYRÛT - ZIYAD EBÛ XEZALÊ

Lubnanî di Gulanê de berê xwe didin sindoqên hilbijartinê ku dê çarenûsa welatên wan diyar bike. Girîngiya van hilbijartinan mezin e. Ji ber ku dê ev hilbijartin piştî pêşdeçûn û guhartinên siyasî yên mezin werin lidarxistin.

Di 10’ê Çileya borî de serlêdanan dest pê kir û di destpêka vê Sibatê de bernameya hilbijartinê xuya bû. Li hember wê bawerî bi tedbîrên hilbijartinan li welatekî aborî û siyaset tê de hilweşiyayî, nemaye. Dibe ku komek krîzeke siyasî yan jî ewlehî biafirîne ku hilbijartinan têk bibe.

Li gorî qanûna hilbijartinan divê welatî 128 parlamenteran hilbijêrin ku li ser 15 navendên hilbijartinê werin dabeşkirin.

Ev qanûn di sala 2017‘an de hate derxistin û di sala 2018‘an hate pêkanîn. Ev qanûneke cuda ye ku li tu welatên cîhanê nayê pêkanîn.

Ev şêwazê dabeşkirinê newekhevî çêkirin. Ji ber ku hin daîre ji 3 parlamenter, hin 8 parlamenter, hin 10 parlamenter û hin daîre jî ji yek, 2 an jî 3 kesan pêk tê. Siyasetmedarên lubnanî li gorî berjewendiyên xwe yên lubnanî ev yek çêkir da ku vegera li cihên xwe misoger bikin.

ROLA CIVAKA SIVÎL

Civaka sivîl nîşaneyeke bingehîn e ku dê di hilbijartinên parlamentoyê de beşdar bibe. Ew komên sivîl jî ji Tevgera 17’ê Cotmeha 2019’an derketin. Dê ev kom bi lîsteyên xwe li hember çîna siyasî tev li hilbijartinan bibin.

Komên ji civaka sivîl bernameya xwe ya hilbijartinan li daîreya başûr a duyemîn ragihand ku ji navçeyên Sûr û Zehranî an ku gundên Seydayê hene û tê de 7 kursî hene; 2 kursiyên şîeyan, kursiyeke katolîkên Zehranî û 4 kursiyên şîeyan.

Çalakgerê siyasî bi navê Salih got: "Hizbullah êrişa xwe li ser "civaka sivîl" li Lubnanê berdewam dike û bi nêzbûna soza pêkanîna hilbijartinên parlamentoyê re asta tawanbariyên zêde dike. Girêdayî wê parlamentrê serkreterê Hizbullah ê giştî Şêx Neîm Qasim di kanaleke televîzyonê de ev tişt gotibû: "Balyozxaneya Amerîkayê ya li Lubnanê rêxistinên civaka sivîl bi rê ve dibe û li ser pêkanîna nakokî, alozî û xerabkirina rewşa welat, gendeliya nifşan û baweriyên dûrî civakî ava dike."

Salih ji ajansa me re wiha got: "Hizbullah dizane ku binpêkirinên dibe ku civaka sivîl di hilbijartinan de çêke dê rastî encamên ku hêzên siyasî ragihandine, were û di dawiyê de dê ji "serweriya" vê partiyê bi dûr keve. Ew yek jî di demekê de pêk tê, li gorî anketan têkçûneke mezin bi "serweriya wê ya xiristyanî" ya bi nûnertiya "Teyar El-Wetenî El-Hur" de çêbe.

VALAHIYEKE HILBIJARTINAN

Li beramber wê jîû di van hilbijartinan de gelek guhartin li ser astên siyaseta hundirîn çêdibin. Ji 1992’yan ve cara yekemîn e ku dê bi tunebûna "Teyar El-Musteqbel" ev hilbijartin werin lidarxistin ku serokê wê Seed El-Herîrî xebata siyasî taloq kir.

Dibe ku ev vekişîn bandoreke mezin di sazûmaniya siyasî de çêke, bi taybet "El-Musteqbel" ku mezintirîn şepêlên li Lubnanê ye û li gel wê rûbereke mezin heye. Her wiha li welat nûnerê yekane ji ber sunniyan ve ye. Li gorî lêkolînên dawî yên hilbijartinan vekişîna El-Herîrî dê bandorkê li zêdetirî 72 daniştan bike, ew jî li gorî dengdan û hevbendiyan.

Vekişîna El-Herîrî metirsiyek ji hevbend û hevrikên xwe re çêkir û heta niha kesayetê ku bikeve şûna wî û valahiyê dagire ne diyar e.  Ligel wê jî hin kesayetên sunnî bi hevkariya Dar El-Fetwa hewl didin qada sunnî ya Lubnanî xurt bike û Hizbullah jî hewl dide sûdê ji biryara El-Herîrî wergire û lê heta niha tu sûd negirtine.

GELO DÊ HILBIJARTIN BETAL BIBIN?

Pirsa li vir xwe dide der ew e ku gelo dê hilbijartin li dar kevin an betal bibin? Çima nîşaneyên şerê hilbijartinê, heke koma muxalefetê ya 8’ê Adarê di vê yekê de cidî ye, li ser erdê pêk nehatine? Çima Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bi daxuyaniyekê taybet bi Lubnanê li ser girîngiya lidarxistina hilbijartinên azad, zelal û giştî ku dê di 15’ê Gulana 2022’yan de li dar kevin, şîrove kir."

Desthilat li ser têkçûyîna dengdayîna kesên derveyî welat dixebite û li daîreya 16’an vegerin. Ew jî tê wateya jinûve deriyê demdayîn û tomarkirinê were vekirin. Lê dema kurt ku ji hilbijartinan maye rê nade wê yekê. Anku ew deng têk biçin an jî hilbijartin werin paşxistin.

Ragihandina 8’ê Adarê xwe dispêre kêmkirina girîngiya vê mafê û pêkanîna wê ku çi guhartin di hevsengiyên hêzên parlamentoyê de çênabin. Cîgirê sekreterê giştî yê Hizbullah Neîm Qasim beriya demeke kurt gotibû: "Hizbullah anket li 15 daîreyan pêk anî. Hat diyarkirin ku dê hilbijartin nêzî sazûmaniya meclisa niha bin, lê tenê hin guhartin tê de çêbibin û bandorê li binesaziya giştî nake."

ZEXTEKE NAVNETEWEYÎ

Di çarçoveya zexta navneteweyî ya pêkanîna hilbijartinên parlamentoyê di soaza wê de, balyozê Amerîka yê li Beyrûtê Dorothy Shea da zanîn ku civaka navneteweyî bi giştî li ser lidarxistina hilbijartinên parlamentoya Lubnanê di soza wê de li hev dikin û destnîşan kir ku tu derfeta lîstokan tune ye. Ew jî piştî hevbendên Hizbullah îşaret pê kir ku hilbijartin li dar nakevin û tu guhartin tê de çênabin, pêk hat.

Têkildarî rewşên siyasî yên li hundir û derveyî lubnanî bendewariyek li hember çarenûsa hilbijartinan serdest e, bi taybet piştî ragihandina serokwezîrê berê Seed El-Herîrî ya vekişîna wî ji xebata siyasî û bang li partiya xwe kir ku tu gavan di heman çarçoveyê de pêk neynin û xwe hilnebijêrin hilbijartinên parlamentoyê.

El-Herîrî di dawiya Çileya borî e xebata siyasî taloq kir û da zanîn ku tu kes ji "Teyar El-Musteqbel" xwe ji bo hilbijartinên bê hilnebijêre.

El-Herîrî eşkere kir ku tu derfetên erênî li pêş Lubnanê, digel serdestiya Îranê û tevliheviya navneteweyî, parçebûna neteweyî, neteweperestî û hilweşîna dewletê, tune ne.

Paytextên herêmê, yên rojavayî û hêzên siyasî yên Lubnanê Îranê bi hegemonyaya li ser saziyên dewletê yên Lubnanê tawanbar dikin. Îran bi rêya hevalbendê xwe Hizbullah wê yekê dike û Tehran dibêje ew yek dûrî rastiyê ye.

Ji zêdetirî 2 sal e ev azarên wê yên herî giran in û dê hilbijartin li gel wan azaran li dar bikevin û Banka Cîhanê wek "di cîhanê de ew azar ên herî tund in" wesif kir.

(fr)

ANHA