​​​​​​​Rojnameyên erebî: Rûsya ji bo xwepêşandanên li Siweydayê di nav liv û tevgerê de ye

Rojnameyên erebî vê sibê der barê xwepêşandanên li Siweydayê, kar û barên Iraqê û nîşaneyên parçebûnê yên li Lîbyayê de nivîsandin.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Rûsya ji bo xwepêşandanên li Siweydayê di nav liv û tevgerê de ye
​​​​​​​Rojnameyên erebî: Rûsya ji bo xwepêşandanên li Siweydayê di nav liv û tevgerê de ye
​​​​​​​Rojnameyên erebî: Rûsya ji bo xwepêşandanên li Siweydayê di nav liv û tevgerê de ye
12 sibat, 2022   08:56
NAVENDA NÛÇEYAN

‘RÛSYA JI BO XWEPÊŞANDANÊN LI SIWEYDAYÊ KET NAVA LIV Û TEVGERÊ’

Girêdayî rojeva Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Duh gelek şênî li parêzgeha Siweydayê li pêşiya navenda Eyn El-Zeman kom bûn. Hemwextî wê, şandeyeke Rûsyayê gihaşt bajêr da ku der barê xwepêşandanan de lêkolînê bike û hewl bide bigihêje çareseriyan.

Jin, mêr, ciwan û şêx beşdarî xwepêşandanan bûn û şêxan bang li şêniyan kir ku bi aqilane tev bigerin û ji tevliheviyê dûr bikevin û bi awayekî aştiyane banga mafên xwe bikin.

Pêncşemê efserên Rûsyayê serdana Navenda Lihevkirinan kir û bi qeymeqamê Siweydayê û serokê navenda ewlehiyê ya dewletê re civiya. Şandeya Rûsyayê, rêbazên dan û standina bi xwepêşandanan re û sedemên sewqiyatên dawîn, mijarên din ên xizmetguzariyê mîna kehrebe, av û vekirina navendeke Rûsyayê li Siweydayê, belavkirina alîkariyan û valakirina navenda Talêî ku koçber ji herêmên din ên Sûriyê lê bi cih bûne û dîtina çareseriyekê ji wan re, nîqaş kirin.”

‘HÊZÊN SIYASÎ YÊN IRAQÊ LI BENDA HELWESTA SEROKÊ ŞEPÊLA EL-SADR IN’

Girêdayî kar û barên Iraqê rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Hêzên siyasî yên Iraqê li benda helwesta serokê Şepêla El-Sadr a li hember însiyatîfa Koma Koordînasyonê ne.

Koma Koordînasyonê pêncşemê însiyatîfek pêşkêş kir ku diyalogan di navbera hemû blokên serkeftî de esas digire da ku îtîlafekê ava bike û serokwezîrê bê diyar bike û hikumetê ava bike.

Li gorî gelek aliyan, heke El-Sadr însiyatîfa Koma Koordînasyonê red bike, dê xitimandina siyasî zêde bibe û dibe ku di dawiyê de tevliheviyeke ewlehiyê çêbe ku neyê kontrolkirin.

Şepêla El-Sadr û Koma Koordînasyonê ne tenê li ser teşeya hikumeta bê û aliyên ku dê tê de cih bigirin bi nakok in, lê belê li ser serokê hikumetê jî bi nakok in. El-Sadr dixwaze Kazimî bibe serokê hikumetê, lê Koma Koordînasyonê vê vebijêrkê red dike.”

‘LI LÎBYAYÊ 2 HIKUMET; NÎŞANEYÊN PARÇEBÛNÊ YAN LIHEVHATINÊ?`

Rojnameya El-Beyan girêdayî rojeva Lîbyayê wiha nivisî: “Piştî biryara parlamentoyê erkdarkirina wezîrê kar û barên hundir ê berê Fethî Başaxa ku hikumeta nû di 15 rojan de ava bike û redkirina serokê hikumetê yê heyî Ebdulhemîd El-Debîbe ku ji erka xwe dûr bikeve, li Lîbyayê nîşaneyên parçebûna siyasî hene.

Li gorî çavdêran, ji ber hebûna 2 hikumetan di heman demê de, nîşaneyên parçebûnê hene. Gelekan jî destnîşan kir ku cara yekemîn li welêt dê desthilata rêveber a ji hemû aliyan re vekirî were avakirin û di nav de fermandariya artêşê jî cih bigire.”

(şx)