​​​​​​​Civîna 4`an a Hevpeymana Civakî berdewam e

Di roja dawîn a civîna 4`an a Komîteya Berfireh a Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dê sazûmaniya hiqûqî ji bo parastina bendên hevpeymanê, sazûmaniya Komseriya Hilbijartinan û edaleta civakî werin nîqaşkirin.

​​​​​​​Civîna 4`an a Hevpeymana Civakî berdewam e
​​​​​​​Civîna 4`an a Hevpeymana Civakî berdewam e
​​​​​​​Civîna 4`an a Hevpeymana Civakî berdewam e
​​​​​​​Civîna 4`an a Hevpeymana Civakî berdewam e
​​​​​​​Civîna 4`an a Hevpeymana Civakî berdewam e
​​​​​​​Civîna 4`an a Hevpeymana Civakî berdewam e
​​​​​​​Civîna 4`an a Hevpeymana Civakî berdewam e
12 sibat, 2022   09:29
HESEKÊ

Di roja dawîn a civînê de, Komîteya Berfireh a Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Srûiyê, civîna xwe li pêşiya dezgehên çapemeniyê girtî berdewam dike.

157 delege, nûnerên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, tevgerên ciwanan, hiqûqnas, saziyên civaka sivîl û saziyên civakî yên herêmê tev li civînê bûn.

Li gorî endamê Komîteya Biçûk a Sazkirina Hevpeymana Civakî Ekrem Mehşûş, komîte dê lêvegerekê ji bendên hevpeymanê re çêke, hinek guhertinan di bendên girêdayî sazûmaniya hiqûqî ya taybet ji bo parastina bendên hevpeymanê, sazûmaniya Komseriya Hilbijartinan û edaleta civakî nîqaş bike.

Mehşûş wiha got: “Îro em ê lêvegerekê li ser tiştên li ser hatiye lihevkirin, çêkin. Piştre dê ji Meclisa Giştî re bê şandin da ku bixe forma dawî û erê bike.”

(şx)

ANHA