`Emê xwe biparêzin` -1

Navê operasyona li dijî me Operasyona Tofanê bû. Yekîneyên artêşê yên Komara Tirkiyê ev weke koz bi kar dianîn û hinekî jî rast e. Helbet bersiva me ya ji vê re jî ew bû ku em Keştiyeke Nûh çêbikin, bibin Keştiyeke Nûh û bi wê keştiyê re di nav wê tofanê de pêş bikevin.

`Emê xwe biparêzin` -1
10 sibat, 2022   07:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li derve û li Ewropayê bi taybet dîsa li metropolan şervanên aştiyê yên heqîqî hene. Ji van re rêz û hurmeta min a mezin heye. Me jî jixwe aştî, agirbest çêkir. Ev tiştên şaş nînin. Dema pêwîst bike wê dîsa bên kirin. Lê belê yek jî eniyeke aştiyê ya pir sexte û bi tehlûke heye. Mîna li ser esasê teslîmiyeta Şemdîn an jî li ser esasê teslîmiyeta hemû mirovên li ber xwe didin. Dîsa gelek partiyên bi nîzam hene. Mînak em Partiya Refahê bifikirin, weke Erbakan rast e an jî şaş e ez tam nizanim, ev Şaredarê Stenbolê yê dawî jî ku derdixin derveyî polîtîkayê, bi awayê bi yên sembol Refahê bidin meşandin rol didin wan.

Niha li ser vî bingehî li Tirkiyeyê polîtîkayek tê kirin. Li ser vî esasî yek jî aştîxwaziyek tê kirin. Ango bi awayê wê berxwedan bê qutkirin, kesên ne di bin kontrole de wê neyên berdan, li ser bingehê Îslamgiriya yên bi temamî teslîm bûne, Kurdîtiya yên bi tevahî teslîm bûne polîtîkayek di rojevê de ye. Niha lingekî pir girîng ê wiha yê komployê heye. Lê belê helbet ji bo ev tam bi ser bikeve divê em werin helkirin.

Eger em bala xwe bidinê, ji bo ev aliyê vê komployê, vê komploya girêdayî Fermandariya Hêzên Taybet temam bibe, tenê hinekî bi hewldana navneteweyî dikare were pêkanîn. Li ser vî esasî xebitîn. Heke hûn bala xwe bidinê, weke berhemeke vê peymanê dîsa di dema Mesut Yilmaz de, 6’ê Gulana 1996’an ev bombekirina bi rastî pir mezin bû, ku wê deme em pir baş dizanin Îsraîl li benda vê bombekirinê bû, di nav nîv saetê de Londonê agahiya vê girt, û dîsa li Enqereyê bi civîneke bilind a taybet wê Mesut Yilmaz jî wê rojê bi civîneke çapemeniyê ya taybet ji cîhanê re eşkere kiribana. Ya rastî ew bi ser neketibû. Bi rastî teqemeniyeke F-4 bû û darên bi qasî kîlometreyekê nêzî wê jî ji erdê rakiribû. Tiştekî wer bi bandor bû û ji operasyoneke wiha bi hêvî bûn. Ev nehat biserxistin, lê girîng e. Yanî ev operasyoneke ku Tirkiyeyê bi tena serê xwe kiriye nebû, ya li hemberî me. Ji vê dîrokê ve mesele ne bi bombeyekê, dê sîstemeke wisa biafirînin ku ji sedî 99,9 cihekî mirov bireve neyê dîtin. Ev pir girîng e, ji ber hema hema em ji hemû komployên berê bihurîne. Ev bombekirina mezin a dawî ku pir jê bi hêvî bûn, Mesut Yilmaz heta sibehê mîna agir pê ketiye, û heta sibehê ranazin. Wê demê tê bîra min. Rojnamevanan jî seh kiribû, fêm kiribûn.

PLAN Jİ BERÊ DE HATİBÛ ÇÊKİRİN

Şêwazê pêkanîna komployê hinekî balkêş e. Wisa ne bi tenê çekekê, dîsa ne bi tîmekê, bi awayekî mirov qet nikaribe jê rizgar bibe û divê rejîma Sûriyeyê tevlî vê bikin. Li gor wan divê bikin du hedef. Niha ji bo vê, ji aliyekî ve pirtûkek jî hat nivîsandin. Pirtûka Tom Clancy. Pirtûka, çalakiyên rê li ber şer vedikin, li gor min balkêş e. Ew tevahî planê bi esasî dide dest, eşkere dike. Planeke wisa ye ku dê fûze jî bikevin nav meseleyê ku mînaka vê ya eşkere fûzeya li Sûdanê ye. Niha fûzeya li Sûdanê hat teqandin, ji bo rê li ber fûzeya li Rojhilata Navîn bê teqandin e ku her kes ecêb bimîne. Çima ji bo Sûdanê wiha ye, wê deme şîroveyeke wisa hat kirin: “Eger li Sûdanê didin, çima mirov li Sûriyeyê nede?” Ji bo rê li ber komploya li hemberî me bê vekirin, weke çalakiyên tinekirina bertekên li qada navneteweyî tê fikirîn.

Di wê navberê de yek-du dek û dolabên din pêş xistin. Mijûlkirina Talîbanan bi Îranê re, ji ber welateke herî zêde wê li hember êrîşeke muxtemel a li ser Sûriyeyê derkeve. Mecbûr kirin ku berê 250 hezar eskerên xwe bide Talîbanê. Dîsa Sovyet bi îhtîmaleke mezin wê bandor bike, Rûsya dikare mudaxele bike yan jî herî kêm di dijderketinê de dikare helwest nîşan bide. Ew jî bi meseleya Kosovayê ve girêdan. Eger hûn bala xwe bidinê bi awayekî anormal ev Kosova hat îcadkirin.

Hema di carekê de em nebêjin Cotmeh û derbas nebin. Di vir de bêguman plan kirine ku di salvegera 75. a Komarê de bi temamî ji me rizgar bibin. Niha salvegera 75. a Komarê girîng e, lê belê ya girîngtir û bi belge ya ji meseleya vê agirbestê û şûn ve ye. Sedema ku min agirbest hinekî dirêj kir ji bo fêmkirina naveroka meseleyê bû. Eger hûn li xalan binêrin çarçoveyeke agirbestê ya baş e. Çarçoveyeke agirbestê ya kesekî hişê wî temam e divê îtiraz neke. Û me jî got ku dibe, bêyî ti teredûtê. Lê dîsa jî bi awayekî bi tedbîr. Hela ka em binêrin dawiya wê dê çawa be? Ev tiştekî mukemel e, bi gotina wan, wê pêvajoyeke siyasî ya ji dema Ozal baştir dest pê bike. Ma ji vê rasttir çêdibe? Tiştekî muezem e. Hema hema me got ku di salvegera 75. a Komarê de pakêta demokratîkbûnê ye. Me got ku hûn çi bixwazin em ê bikin. Me got ku we got agirbest em ê pêk bînin. Lê belê me got bi sînor be jî bersivekê bidin. Me dît ku bersiveke hevgirtî nîne.

Dawiya Îlonê hat ku qaşo dê di wê dîrokê de hinek bersiv hatibana dayîn, nîne û operasyon pêl bi pêl tên pêşxistin, bi awayekî tengavtir. Helbet di vir de guman her çûn zêde bûn û ew axaftina Cotmehê ya Demîrel a tê zanîn balkêştir bû. Û li pey hevdu mîna pê li bişkokê kirine, pêvajoyek hat destpêkirin. Niha teqez dîsa bi Îsraîlê re peyman hatiye çêkirin, ceribandineke wê bi ser neketiye, dîsa tedbîrên pir taybet hatine girtin, hem jî di asta cîhanê de. Tiştekî pir ecêb e. Ji bo Amerîkayiyan belkî girîng be. 9’ê Cotmehê roja qetilkirina Che Gûevara ye. Heman roj e, rewşeke balkêş e. Ez texmîn dikim ku dixwaze me jî bi dîrokeke wiha re bike yek. Bîranîna vî şoreşgerê mezin ku hinekî dişibiyê, di wê rojê de qaşo pêkanîna tiştekî wiha li gor berjewendiya xwe dibîne.

KURD Dİ NAV TOFANEKÊ DE NE

Navê operasyona li dijî me Operasyona Tofanê bû. Û yekîneyên artêşê yên Komara Tirkiyeyê ev weke koz bi kar dianîn û hinekî jî rast e. Helbet bersiva me ya ji vê re jî ew bû ku em Keştiyeke Nûh çêbikin, bibin Keştiyeke Nûh û bi wê keştiyê re di nav wê tofanê de pêş bikevin. Niha rewş wiha ye. Em ê hewl bidin karibin hostetiya ku êdî vê keştiyê bi awayekî saxlem bi cih bikin nîşan bidin. Kurd di nav tofanekê de ne, divê mirov vê beriya her tiştî baş zanibe. Bi rastî bi salan e, bi sedsalan e tê xwestin ku tofaneke herî xerab bînin serê vî gelî. Tesaduf jî nîne. Ev tofana Nûh, di dîrokê de tam jî timî wer hatiye serê gelê me. Pirsgirêk helbet bi şexsê min ve eleqedar nîne, lê ez vê pir tîpîk dijîm. Heta nava dilê xwe em hîs dikin.

PÊVAJOYEKE ÎMTÎHANÊ YA MUEZEM E Û EV DİDOME

Di vê navberê de min hinek nêzîkatiyên şaş û kêm dîtin. Min helwesteke bi awayê bi hêsanî kêfxweş dibin an jî pir xemgîn dibin dît. Çi di nav gel de, dîsa çi di nav dijmin de, min helwesta bi hêsanî kêfxweş dibe û wer bi hêsanî dev ji xwe berdide dît. Lê belê dîsa helbet pir ecêb e, me hesabên besît ên veşartî yên hinek hêzan dît. Pêvajoyeke îmtîhanê ya muezem e û ev didome. Helbet di serî de di nav tevgera me de jî min têgihiştin dîtin, kesayet dîtin. Bi qasî dilgermiya gel, me êşên wan jî dîtin. Bi qasî hêviyên wan ên kêfxweşiyê, tehlûkeya mezin a di nav jî de ne, min dît. Helbet diyar e ku dê ev bandoreke awarte ava bikin. Bêguman min rezîltî, besîtiya kesên dixwazin vî gelî bixin nav rewşeke xerab, dîsa min rezîltî û besîtiya mirovên, dewletên, serokdewletên û serokên hikûmetan ên xwe bi şeklî nîşan didin ku mafên mirovan diparêzin, demokrasiyê diparêzin û nizanim modern in dît. Mesele helbet meseleya ji bo şexsê min cih bê dîtin neyê dîtin nîne. Mesele ne ew e, mesele ji bo gelê kirine vê rewşê mirov tiştekî bibîne nebîne ye. Qet naxwazin nêzî vê bibin. Em ji ber vê êşeke mezin dijîn. Ev mirov her roj xwe dişewitînin. Ango ez bawer nakim di ti serdema dîrokê de mirovatiyeke evqasî xemsar hebe. Mirov di nav êgir de xwe dişewitînin. Niha ma ti kes pirs nake, yanî heqê me nîne em zêde tiştekî bixwazin, destek bixwazin, lê herî kêm li hemberî dijminê me, li hember vê Komara Tirkiyeyê ya li hemberî rêgezên wan şer dike, û heta di gelek saziyan de endama wan e diviyabû berpirsiyartiya xwe hinekî anîbana ber çavan.

MERİV QET NİKARE Jİ WAN BAWER BİKE

Peymana Lozanê wan bi xwe çêkir. Lozan li Lozanê hat çêkirin, lê niha li Swîsreya xwe weke xwedî demokrasiya herî mezin dihesibîne binêrin. Ji GAP’ê parek danê, durûtiya nake namîne û bêyî şerm bike ji min re kaxezê dişîne dibêje, “Eman tu neyî welatê me.” Dewleta we bi serê de we de hilweşe. Jixwe ez nefikirîm bêm welatê we. Yanî welatê hesabên ev qasî xweperest e. Lê dizane ji GAP’ê par bigire. Ji niha ve dikarin 500 mîlyon frang razînin. Lê belê xelkekî van erdan jî hebû, di nav êş û êşkenceyê de. Ez ê nebêjim 500 mîlyon, çend qirûş jî ji bo êşa wan razandiba ma nedibû? Bi êş jî bin divê mirov van rastiyan diyar bike. Bi welatê me re eleqedar bibin, lê diviyabû tenê li ser hesabê mêtinkariyê nebûya. Ka ji bo demokrasiyê, ji bo mafên mirovan hûn di nav livûtevgerê de bûn? Weke min got, dibêjin em Apo bê bandor bikin. Ez jî tavilê diyar bikim ku hesabekî kirêt e. Divê min ne ji bo min, ango divê min weke mirovekî siyasî bifikirin. Bêbandorkirina min, qaşo Kurdên têkiliya wan bi Enqereyê re heye hêdî hêdî derxistina pêş, ev çi bêşerefî ye, ev çi hesabperestiyeke xerab e. Ev Kurdên têkiliyên wan bi Enqereyê re baş in, kî ne? Van kesan çi kiriye? Ev kesên bi meaşên Enqereyê ku ew pereyekî qirêj ê Enqereyê ye, pereyên çeteyan e, bi awayekî kirêt û bêşeref, xwîna vî gelî vedixwin, heta dawiyê înkar dikin û bi vî rengî xwe didin jiyandin, ma ji derveyî vê çi kirine? Mirov hinekî durû dibe, hinekî bi awayekî înkarker nêzî zimanê xwe, dîrokê dibe, lê diviyabû ne ev qas bûya. Qet nebe diviyabû ev êşkence sekinandibana. Diviyabû Ewropayê ev hinekî pirs kiriba. Lê wê pirs nekin.

Niha hemû mesele ew e ku dibêjin em ê çi ji Apo bikin? Apo nizanim, te dît min jî got ku ez bi xwe jî ew qasî pir naecibînim an jî ez bi xwe jî rehet nînim, lê ji bo vî gelî pir eşkere yanî bi qasî serê derziyê be jî me hewl da bi fêmkirina hinek tiştan re em peyamekê bidin. Hesabên bêbandorkirina vê hene. Ji sedî sed Ewropaya wê jî, Amerîkaya wê jî hemû di nav de ne. Yanî wê çawa bêbandor bikin? Çawa yanî nizanim wê ji Kurdên Enqereyê cuda bikin, wê ji Kurdên li Amedê yên bi Enqereyê re navbera wan xweş e cuda bikin? Hinekan bi rêya dozger ditirsînin, hinekan bi girtinê ditirsînin an jî bi avêtina kîjan aliyê cîhanê, an jî bi virde û wirde ditirsînin. Pêwîst e, mirov eşkere bêje. Meriv qet nikare ji wan bawer bike. Mirovan dikarin bidin revandin, bombe bikin. Ango krîza Rojhilata Navîn jî jixwe ev bû.

TOFAN JİHOLÊRAKİRİN E, NEHİŞTİNA ZİNDİYAN E

Qaşo ez sîstema wan tengav dikim. Lê belê pêwîst e, mirov ji van pirs bike. Ango li holê gelekî bi mîlyonan yê ew avêtine erdê heye. Niha ez ji bo vê dibêjim. Dibêjin mafê mirovan, dibêjin demokrasî, yek jî bêyî şerm bikin dibêjin terorîzm. Niha ji terora herî mezin a cîhanê re dibêjin tofan. Ev mutefîkê we, bi taybet ez bang li Amerîkayê dikim, ev mutefîkê we dibêje tofan, navê tetbîqatekê ye. Tofan çi ye? Serokê Amerîkayê, rayedarên Amerîkayê bila fêr bibin. Tofan jiholêrakirin e, nehiştina zindiyan e. Niha baş e, ev mutefîkê we ji mafên mirovan re bi hurmet e, terorîst nîne, ez terorîst im. Min bê şert û merc ji bo aştiyê xwe neanî cem we, heta min xwe weke rehînekî negirt? Niha bi rastî di wan de çi mentiq heye, fêmkirina wê pir zehmet e. Yanî xelkek dibe ku bêhêz be, belkî bêberdevk be, nizanim bêparêzer be, lê rastiyek e. Diviyabû hinekî wijdanê mirov ketiba nav tevgerê. Bi vê roja pîroz re, niha dibêjin Hz. Îsa, lê ez bawer im yanî ez wê dibêjim. Bila Hz. Îsa bi kincên min were li vir rûne. Kesek ji bo merhebayê bidiyê nayê li cem rûnane. Em bi rastiyeke ev qasî di nav berjewendiyan de hatiye veşartin re rûbirû ne. Em dizanin ku Hz. Îsa merivekî mezin e. Aştîxwazekî mezin bû. Aştîxwazekî van erdan bû. Heydê wê demê ev cîhana Xirîstiyaniyê ji bo Kurdan hem jî ji vê pergala zilmê ya li serê me kirine bela re wê kengî bêjin bes e? Ji bo Hz. Îsa ji bo hurmeta ji Hz Îsa re wê kengî bêjin? Ez li vir hurmeta rêzdar Papa ya ji bo Kurdan bi qîmet dibînim. Lê ew wezîfeyên xwe nayînin cih. Niha hemû pirsgirêk ji Apo re cih nabînin. Tu dibêjî qey derdê min ew e ku ji xwe re cih bibînim. Min ji heft saliya xwe ve malbata xwe aniye hemberî xwe û bi vî awayî min xwe daye jiyandin. Min xwe amade kiriye. Bila qet hewl nedin, hêza wan a min nerehet bikin jî nîne. Bila nekevin nav wê hewldanê. Lê belê di şexsê min de li hemberî xelkekî ku li mafên xwe digire, divê wer bêrûmet nêzîk nebin. Pirsgirêk ne ez im. Lê niha ferq kirine ku dibêjin heke em bêbandor bikin, em serî ji gewdeyê qut bikin eh em ê bixwin. Mesele ev qasî besît e. Hela divê xwe pir bi aqil û me jî serserî nehesibînin.

Kurdên çiyayî diyar e, di dîrokê de timî bûne xwarin. Niha me hewl da em hinekî komî ser hev bikin. Teqez bi rêz û hurmet nêzî vê nabin. Dibêjin, em bixin bin kontrolê, em dengê wî qut bikin ku nikaribe siyasetê bike. Jixwe Komara Tirkiyeyê vê ji bin ve bi van re dike. Eşkere ew bi xwe dibêje.

Rewş niha ev e. Bila gelê me li qisûrê nenêre, yanî me dixwest bi sedema vê sersalê mizgîniyên xweş bidin. Lê belê ev dinya, dinyayeke ku me afirandiye nîne. Ev îrade ji salan ve, ji sedsalan ve dinyaya mêtinkariyê, zextê, êşkenceyê ye. Bi êş e, lê rastiyek e. Hemû tişta em dikin ew e ku em van dijminan hinekî derxin holê, van bêînsafan hinekî derxin holê û eger mimkun be, li hemberî wan bibin xwedî têkoşîneke hevgirtî û mezin. Niha rewş ku wiha ye, ne pêwîst e meriv ji bo me xwe bişewitîne, ne jî ji me mûcîzeyan hêvî bike. Li gor min ango pêwîst e, her kes li gor wijdanê xwe hinek tiştan bike.

Dİ NAV ÇAR DÎWARAN DE JÎ Bİ AWAYEKÎ PİR MEZİN Û Bİ BANDOR WELATÊ XWE DİFİKİRİM

Li cesareta ciwanên me binêrin, li cesareta keçên me binêrin. Di dîrokê de di nav ti neteweyekê de nîne wiha, heta mûyên pora xwe ku xwe parçeparçe dikin. Pêwîst e, em van fêm bikin. Divê hûn ji bo wan kampanyayan li dar bixin. Heke hûn vê nekin, hûn ê çawa bêjin, em rewşenbîr in. Mirov dema behsa wan dike, pir bandor dibe, fedî dike. Ha ez dibêjim ku min ev jî danî aliyekî, yanî li hemberî me dijminek heye, behsa wê bi awayekî nelirê û bi xavî me bixwe dike. Li hemberî vê jî îmzeyan kom bikin. Pêwîst e, ji sedî sed li hemberî vê hûn hinek tiştan bikin. Wê aqûbeta Apo çawa be? Nizanim welatê Apo biçiyê wê çawa bibe? Apo bazariyê dike, Apo nizanim tengav bûye. Niha ez vê ne ji bo xwe, lê ji bo vê gelî bi xemgînî pêşwazî dikim. Ya rastî min ti carî ev der nefikirîn. Ez welatên din nefikirîm. Di nav çar dîwaran de jî bi awayekî pir mezin û bi bandor welatê xwe difikirim. Û mirovên welatên me wê fedakariya xwe destnîşan bikin. Ez li derve nînim, min timî got. Nêzî 20 sal in li derve me, lê min welatê xwe li derve afirand û di gorê jî de be ez ê karê afirandinê bidomînim. Helbet ev mesele ji bo min nîne. Wê welatê mirovên me ku derê be, wê jiyana mirovê me li welatê wan çawa be? Niha ev pir girîng e. Hûn ê çawa li welêt bin, bêyî li xerîbiyê birizin, hûn ê bigihîjin wê derê? Ev pir girîng e. Têkildarî vê, mirov kampanyayan, yekîtiyan pêş bixe pir girîng e. Lê belê helbet weke min got, Ewropa hinekî dixwaze rûmeta mirov bişikine û biçûk bike. Divê Ewropa ev qasî li beramberî welatên xwe nekeve rewşeke berevajî. Aliyek di nav ezabê cehennemê de ye, aliyek tenê lê dide, êrîş dike. Di vir de bêalîtî filan nabe. Di vir de meriv dikare behsa şirîkatiya ji zilmê re bike. Em têgînan hinekî rast bi kar bînin. Wisa bûna xwedî wijdan şertekî rewşenbîriyê ye. Di dîrokê de li Ewropayê jî rewşenbîrên bi nav û deng hene. Divê em wan rewşenbîran jî hinekî ji xwe re esas bigirin. Li holê meseleyeke bi navê Apo nîne. Jixwe ez ji kesekî ti alîkariyekê naxwazim. Ez careke din bi vê wesîleyê destnîşan dikim. Divê kesek ji bo min dilopek rondik bi xwe nede rijandin. Hela çalakiyeke weke şewitandinê ez qet teswîp nakim. Dîsa ji bo min meş jî tên lidarxistin, qet pêwîst nake. Lê eger hûn ji bo xwe dikin, heta dawiyê ez ê piştgiriyê bidim we.

Heke hûn rojî digirin û eger ji bo hûn nefsa xwe bi welatê xwe ve girê bidin û rojî digirin, hêja ye, hûn ê dewam bikin. Hemû civînên we, hemû piştevaniyên we, helbet divê ji bo welatê we û azadiya welatê we be. Ez ji bo vê hatime vir. Ez ji bo xwe nehatim. Ji bo ji xwe re li cih bigerim nehatim. Ez berê jî hatibûm. Di 1982’yan de ez hatim Ewropayê. Sala 1987’an jî hatim. Yanî otel jî hebûn, hûn yeqîn dikin, min hêza 15 rojan tehemûl bikim li cem xwe nedît. Di malên herî rehet jî de dimam. Min tehemûl nekir û careke din vegeriyam. Rewş ji vê pêk tê. Sedema ez hatim vir jî ez careke din destnîşan dikim. Ji bo ji vî gelê di nav ezabê cehennemê de ye, kêm jî be, li van deran tevkariyekê bikim, hatim. Ji bo vê hinekî nîşanî Ewropayiyan jî bikim, hatim. Ji bo ji vê re bêjim bes e hatim. Ji bo ji komareke têkildarî welatê xwe ev qasî ketiye nav rewşeke berevajî, ji bo vî cinawirê wan bi xwe afirandiye bisekinînin, çêkirina wesîleyekê bû. Lê naxwazin vê bibihîzin.

Nirxandina Rêber Abdullah Ocalan a Têkildarî Komploya Navneteweyî (25.12.1998)