Artêşa Tirk li Şehbayê dibistanek topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Qeramil ê Şehbayê topbaran kir. Di encamê de ziyanên mezin gihaştin dibistana seretayî ya gund.

Artêşa Tirk li Şehbayê dibistanek topbaran kir
Artêşa Tirk li Şehbayê dibistanek topbaran kir
Artêşa Tirk li Şehbayê dibistanek topbaran kir
Artêşa Tirk li Şehbayê dibistanek topbaran kir
Artêşa Tirk li Şehbayê dibistanek topbaran kir
3 sibat, 2022   15:55
ŞEHBA

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji du rojan ve êrişên xwe li ser kantona Şehbayê zêde kirin.

Hêzên dagirker bi 8 topban gundê Qeramil ê navçeya Fafînê kir hedef. Di encamê ziyanên mezin gihaştin dibistana seretayî ya gund.

Dewleta Tirk a dagirker çeteyên wê duh gundên Qeramil, Xirnata, Um El-Hoş, Hirbil, Semoqa, Bendava Şehbayê, Hesiyê, Şêx Îsa, Til Rifetê û Nîrabiyê bi obus û moşekên grad dan ber topan.

Topbarana li ser van gundan dem dem dewam dike.

ANHA