Kongra Star a Firatê êrişên Tirkiyê şermezar kirin

Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Mexmûr, Şengal, Dêrik û Şehbayê şermezar kirin û da zanîn ku hêzên Amerîka û Rûsya berpirsên van êrişan in.

Kongra Star a Firatê êrişên Tirkiyê şermezar kirin
3 sibat, 2022   15:47
KOBANÊ

Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê daxuyaniyek li Qada Jina Azad a Kobanê da, tê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Wargeha Mexmûr û Şengalê şermezar kirin.

Koordînasyonê di daxuyaniya xwe de êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker çi bi balafirên bêmirov an jî balafirên şer li ser herêmê bin şermezar kirin û da zanîn ku piştî planên dewleta Tirk li hember berxwedana şêniyan bi bin ketin, şerekî wiha pêk tîne ku şêniyên herêmê koçber bibin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku piştî DAIŞ’ê di êrişa xwe ya li ser girtîgeha Sînaa ya Ii Hesekê de bi bin ket, tu çareserî li pêş dewleta Tirk a dagirker ku destekê dide terorê, neman ku şêniyan bitirsîne. Koordînasyonê got, hikumeta Başûrê Kurdistanê berpirsê êrişên Tirkiyê yên li ser Mexmûr û Şengalê ye û got ew bi dewleta Tirk re hevkar e ku gelê Kurd were kuştin.

Her wiha koordînasyonê di daxuyaniya xwe de bêdengiyên dewletên garantor ên Amerîka û Rûsyayê rexne kir û bang li wan kir ku êrişên Tirkiyê rawestînin.

(fr)

ANHA