4 şehîdên Pêngava Gurzê Gelan bi merasîmekê bi heybet li Til Hemîsê hatin oxirkirin

Cenazeyê 4 şehîdên Pêngava Gurzê Gelan bi merasîmekê bi heybet ji aliyê şêniyên Til Birak û Til Hemîsê ve li Goristana Şehîd Raxib Etiyê ya li Til Hemîsê hatin veşartin.

4 şehîdên Pêngava Gurzê Gelan bi merasîmekê bi heybet li Til Hemîsê hatin oxirkirin
4 şehîdên Pêngava Gurzê Gelan bi merasîmekê bi heybet li Til Hemîsê hatin oxirkirin
4 şehîdên Pêngava Gurzê Gelan bi merasîmekê bi heybet li Til Hemîsê hatin oxirkirin
4 şehîdên Pêngava Gurzê Gelan bi merasîmekê bi heybet li Til Hemîsê hatin oxirkirin
4 şehîdên Pêngava Gurzê Gelan bi merasîmekê bi heybet li Til Hemîsê hatin oxirkirin
4 şehîdên Pêngava Gurzê Gelan bi merasîmekê bi heybet li Til Hemîsê hatin oxirkirin
4 şehîdên Pêngava Gurzê Gelan bi merasîmekê bi heybet li Til Hemîsê hatin oxirkirin
3 sibat, 2022   15:05
QAMIŞLO

Merasîma oxirkirinê bi rêzgirtin dest pê kir. Paşê Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Mehsûm Hesen wiha axivî: "Şêniyên Til Hemîs ji kesên destpêkê ne ku tev li Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn û parastina rûmeta xwe kirin. Bi hêzên leşkerî û ewlehiyê re têkoşiyan heta ku xwe gihandin aramî, aştî û serkeftinê. Hemû şehîdan ji bo xaka welatê xwe canê xwe feda kirin û li pey xwe peyamek ji dijmin re hiştin ku berxwedana li hember hemû siyaset û komplyan, berdewame."

Hesen wiha domand: "Dijminên me ji berxwedana şehîdên me ditirsin. Bi her şehîdekî re bi dehan zarokên me çekên wan radikin. Di nava 10 salên borî de û di demeke kurt de me jinûve dîroka xwe nivîsand. Ew jî bi saya hevgirtin û yekitiya me ye û me hemû komployên li dijî herêmê, bi bin xistin."

Hesen destnîşan kir ku êrişa şaneyên çeteyên DAIŞ`ê li ser girtîgeha Sînaa berdewamiya komplo û êrişên li ser herêmê ye û armanca wê ew e ku îradeya gelan têk bibe û aramî û ewlehiya li herêmê, xira bike.

Paşê ji fermandarên QSD`ê Serhed Tirbespiyê axivî, sersaxî ji malbatên hemû şehîdan Pêngava Gurzê Gelan re xwest û wiha pêde çû: "Divê em li hember teror û êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê bisekinin da ku tola şehîdên xwe rakin."

Serhed got, êrişa li ser girtîgeha Sînaa planek ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû dayîn da ku aramî, ewlehiya herêmê xira bikin û aştiya di navbera şêniyan de bişkînin her wiha DAIŞ`ê jinûve vejînin û li herêmê belav bikin û wiha domand: "Lê bi saya berxwedana hêz û şehîdên me ev plan bi bin ket. Piştî binketina êrişa DAIŞ`ê, dewleta Tirk êrişî herêmên me dike. Em di

Hevserokê Meclisa kantona Qamişlo Efram Ishaq jî anî ziman ku bi yekitiya gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê serkeftin pêk were û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Şehîdên me bi berxwedana xwe pêşerojeke ewle ji herêmê re diyar dikin. Rêveberiya Xweser hewl dide parastina hemû girêdanên di navbera pêkhateyên herêmê de, bike."

Paşê wesîqeta şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin. Di dawiyê de cenazeyên şehîdan di nava dirûşme û tilîliyan de li Goristana Şehîd Raxib El-Etiye hatin veşartin.

(bx)

ANHA