'Êrişên dewleta Tirk a dagirker planek ji bo zindîkirina DAIŞ'ê ne'

Rêveberên Meclisa Kantona Efrînê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û gotin, ev êriş planeke ji bo zindîkirina çeteyên DAIŞ'ê ne.

'Êrişên dewleta Tirk a dagirker planek ji bo zindîkirina DAIŞ'ê ne'
31 ÇILE, 2022   08:04
ŞEHBA

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 20'ê vê mehê  şêniyên Efrînê yên ku di 4’emîn salvegera destpêkirina êrişên dewleta Tirk ên li ser kantona Efrînê de xwepêşandan li dar xistibûn, kir hedef. Ev êriş hemwextî êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran pêk hat.                        

Balafireke bêmirov a artêşa Tirk di 21'ê vê mehê de du erebeyên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) li Geliyê Şîlo bombebaran kirin û di encamê de ji fermandarê YBŞ'ê Azad Izdîn û şervan Enwer Tolhildan şehîd bûn. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê her wiha gundên Cehbel û Mişêrfê yên navçeya Eyn Îsa kirin hedef.

Derbarê mijarê de, rêveberên Meclisa Kantona Efrînê  ya li kampa Serdemê ya li gundê Til Sosîn ê navçeya Ehdasê yê Şehabyê ji ANHA'yê re axivîn.

'EM YEK IN Û ARMANCA ME YEK E '            

  

Hevseroka Meclisa Kampa Serdemê Leyla Elî bal kişand ser berxwedana gel a li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û got: "Gel her tim armanca yekane ya dagirkeran e, wekî ku niha em dibînin rojane herêmên me tên hedefkirin."                                   

Leyla Elî got: "Tu cudahî di navbera Şahba, Kobanê, Hesekê, Eyn Îsa û Şengalê de nîn in, em hemû yek in û armanca me yek e. Hewldana dewleta Tirk a ji bo hedefgirtina herêmên me, lawazkirina şoreşa me û şikandina vîna gelê me ye. Lê gelê me ji şerê taybet ê ku Tirkiye dimeşîne haydar in."

Leyla Elî wiha dom kir: "Dewleta Tirk çiqas êrişî me bike, em tu carî teslîm nebin û heta ku em hemû herêmên xwe yên dagirkirî rizgar bikin û vegerin ser axa xwe, em ê berxwedana xwe bidomînin."

Hevseroka Meclisa Kantona Efrînê Zelûx Bekir destnîşan kir ku êrişên Tirkiyê ji aliyê gelek welatan ve hatine lêkolînkirin û wiha got: "Ev hemû êriş, bi taybet êrişa li ser girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê ku gelek terorîstên DAIŞ'ê lê hene, ji aliyê hikumeta Şamê, Rûsya û dewleta Tirk a dagirker ve hatiye lêkolînkirin."

Zelûx Bekir diyar kir ku dewleta dagirker ji bo tolhildana DAIŞ'ê hemû gelên li herêmên Rêveberiya Xweser dike hedef, ji ber ku xizmeta berjewendiyên wan nake, dîroka şoreşa gel a serkeftî dike hedef.

Zelûx Bekir wiha dom kir: "Êrişên dewleta dagirker ên li ser herêmên me wekî Eyn Îsa û Şehba, ji bo hêsankirina êrişa şaneyên çeteyên DAIŞ'ê li ser girtîgeha Xiwêran, bi armanca zindîkirina DAIŞ'ê li herêmên ku ji aliyê YPG û YPJ'ê ve hatine rizgarkirin, bû."

Zelûx Bekir got, armanca van êrişan şikandina îradeya gel a ku li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî hatiye birêxistinkirin û wiha domand: "Gel dê bi îradeya xwe, armancên xwe û azadiya xwe bi dest bixîne û dê tevahî herêman ji terorê rizgar bike."

'BI BERXWEDANA ME, WÊ PROEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK BI SER BIKEVE'       

Rêveberekî Komîteya Şopandinê ya Meclisa Kantona Efrînê Yehya Mihemed got, Erdogan dixwaze bi rêya çeteyên xwe yên ku sûc û terorê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin, her herêmeke ku ewlehî û aramî lê heye, dagir bike.              

Yehya Mihemed wiha dom kir: "Di 4’mîn salvegera destpêkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Efrînê de, komên çete sivîl kirin hedef, piştre navçeya Til Rifat topbaran kirin, her wiha li Hesekê şaneyên çeteyên DAIŞ'ê çalak kirine da ku careke din teror li herêmê belav bibe û projeya neteweya demokratîk têk biçe."                        

Yehya Mihemed di dawiya axaftina xwe de got: "Bi israra me ya di berxwedanê de projeya neteweya demokratîk wê bi ser bikeve û em ê hemû herêmên xwe yên dagirkirî rizgar bikin."

(dx)

ANHA