Rojnameyên erebî: Şam aloziya jiyanî ya sûriyan paşguh dike

Rojnameyên erebî vê sibê têkildarî biryarên hikumeta Şamê û bandorên wê yên li ser rewşa jiyanî ya sûriyan, aloziya aborî ya li Tirkiyê û rojeva Sûdanê nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Şam aloziya jiyanî ya sûriyan paşguh dike
Rojnameyên erebî: Şam aloziya jiyanî ya sûriyan paşguh dike
Rojnameyên erebî: Şam aloziya jiyanî ya sûriyan paşguh dike
31 ÇILE, 2022   09:23
NAVENDA NÛÇEYAN

‘DI ZIVISTANÊ DE JÎ ŞAM GELEK SÛRIYAN JI DESTEKÊ BÊ PAR DIHÊLE’

Girêdayî rojeva Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Tevî şert û mercên dijwar ên zivistana îsal, lê Şam plana xwe ya sînordarkirina desteka hikumî ji madeyên xwarinê û petrolê re didomîne.

Hikumetê propaganda kir ku ev biryara wê, dê berdewamkirina destekê û pêşxistina bernameyên bikaranîna kêm a enerjiyê misoger bike. Lê berovajî wê çêbû. Piştî bihakirina kehrebeyê, kehrebe her ku çû kêm bû. Gihaşt wê astê ku stasyonên avê û torên peywendiyê li gelek herêman rawestin, nexasim li gundewaran. Ji ber ku sotemeniya pêwîst a xebitandina jeneratoran tune ye. Piştî ku smart kart hatin bikaranîn, êdî mesajên wergirtina madeyên bingehîn, sotemenî û gaz gelekî dereng dimînin. Li aliyekî din hikumet dev ji dûrxistina gelek beşên civakê ji destekê bernade.

Li gorî pirsporên aborî, rakirina destekê, bihakirina madeyên bingehîn ku bi armanca sivikkirina bar li ser gencîneya giştî hatin kirin, bandor li hilberîna herêmî kir, bi taybet piştî ku cotkar û pîşesazan dev ji kar berda. Ji ber ku bihabûnê lêçûna hilberandinê zêde kir.”

‘DANEYÊN ABORÎ KU ERDOGAN JÊ NE BI FIKAR BE, TÊ XWESTIN’

Der barê aloziya aborî ya li Tirkiyê de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi nêzîkbûna hilbijartinên serokatiyê re, bi fikar e, ji ber aloziya aborî û malî ya li welêt. Ji ber wê hewl dide hinek waran kontrol bike, bi taybet çapemenî û statîstîk û dadgeriyê, da ku bikare Tirkan rihet bike ku alozî tune ye.

Li gorî çavdêran, daxuyanî û tedbîrên li dijî opozîsyonê têne girtin, nexasim dûrxistina wezîrê edaletê Abdulhamît Gul û tengavkirina li ser çapemeniyê, aloziya heyî rave dike.

Gelek dezgehên çapemeniyê yên Tirk heta radeyeke mezin di bin kontrola yekser an jî neyekser a hikumetê de ne. Her wiha gelek caran çavdêrî li ser naveroka agahiyên li ser tora înternetê tê kirin.”

‘LI SÛDANÊ BERBELAVBÛNA SIYASETMEDARAN HEWLDANÊN ÇARESERIYÊ ASTENG KIR’

Rojnameya El-Beyan girêdayî rewşa li Sûdanê wiha nivisî: “Hevbendiya di navbera Hêzên Azadiyê û Guhertinê de ku hembêzkera siyasî ya hikumeta demkî bû, piştî biryarên fermandarê giştî yê artêşê di 25`ê Cotmehê de, parçe bû. Her wiha heta hêzên li dijî kontrolkirina desthilatê bi dest leşkeran red dikin, ji vê parçebûnê nefilitîn.

Analîzvanê siyasî Diyaudîn Bîlal destnîşan kir ku hevbendiyên siyasî li Sûdanê li ser nakokiyan ava dibin. Destpêkê bi hêz in, piştre zeîf û parçe dibin. Her wiha diyar kir ku parçebûna heyî di navbera aliyên siyasî de dê bandorê li însiyatîfa serokê şandeyê UNITAMS Volker Peretz bike ku dê nekare bi hêsanî hêzên sivîl îqna bike ku bi leşkeran re li hev were.”

(şx)