Îsraîlê nuqteyên li derdora Şamê bombebaran kir

Vê sibê Îsraîlê gelek nuqte li derdora Şamê kirin hedef. SOHR`ê diyar kir ku ev nuqte, depoyên Hizbullahê Lubnanî ne.

Îsraîlê nuqteyên li derdora Şamê bombebaran kir
31 ÇILE, 2022   08:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî leşkerî ji SANA`yê re eşkere kir ku saet di 3:05`yan de, Îsraîlê bi moşekan ji Riyaq li rojhilatê Beyrûtê, gelek nuqte li derdora Şamê kirin hedef û got: “Pergala parastinê ya hewayî, ew êriş şikand û gelek moşek bê bandor kir.”

Heman çavkaniyan destnîşan kir ku ji ber bombebaranê, zirarên madî çêbûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku nuqteyên hedefgirtî, depoyên HIzbullahê Lubnanî yên li derdora bajarê Qitîfe yê bakur rojhilatê Şamê ne.

(şx)