​​​​​​​Panorama hefteyê: QSD’ê girtîgeha Sînaa kontrol kir

QSD’ê roja çarşemê ragihand ku girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêranê ya Hesekê bi giştî kontrol kir. Meclisa Parlamentoyê ya Lîbyayê rê li pêş Ebdulhemîd El-Dîbe girt ku ji bo demeke nû li ser desthilatdariyê bimîne.

​​​​​​​Panorama hefteyê: QSD’ê girtîgeha Sînaa kontrol kir
30 ÇILE, 2022   05:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteya borî behsa kontrolkirina girtîgeha Sînaa ji hêla QSD’ê ve, rewşa Lîbya û Sûdanê kir.

 ‘QSD GIRTÎGEHA SÎNAA YA LI HESEKÊ BI TEMAMÎ KONTROL KIR’

Rojnameya Şerq El-Ewsat girêdayî rojeva Sûriyê wiha nivisî: “Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya DYA`yê girtîgeha Sînaa bi temamî kontrol kir ku çeteyên DAIŞ`ê tê de isyaneke çekdarî ragihandibû.

Fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî got: “Hêzên me dîrok dubare kir, careke din planên rêxistina DAIŞ`ê û hevkarên wê di cenga girtîgeha Hesekê de têk birin.”

Rayedarekî leşkerî eşkere kir ku hemû dîlên QSD`ê hatin rizgarkirin û zêdetirî hezar û 500 çeteyên DAIŞ`ê teslîm bûn.

Berdevkê QSD`ê Ferhad Şamî ragihand ku operasyonên leşkerî piştî 8 rojan bi dawî bûn. Her wiha di civîneke çapemeniyê de ku li pêşiya girtîgehê hat lidarxistin, got: “Hemleya “Gurzê Gelan” bi kontrolkirina girtîgeha Sînaa ya li Hesekê tacîdar bû. Hemû çeteyên DAIŞ`ê yên tev li îsyanê bûne, teslîm bûn. Ji ber operasyonên şervanên QSD`ê çete neçar man xwe teslîm bikin.”

‘PARLAMENTOYÊ HEWLDANÊN EL-DEBÎBE TÊK BIRIN’

Girêdayî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Parlamentoya Lîbyayê roja sêşemê hewldanên serokê hikumeta demborî Ebdulhemîd El-Debîbe têk birin ku hewl dide li ser erka xwe bimîne.

Parlamento li ser guhertina hikumeta heyî û diyarkirina hikumeteke nû li hev kir.

Gelek agahî hene ku parlamento û Meclisa Dewletê li ser bidawîkirina hikumeta El-Debîbe li hev kiriye, lê El-Debîbe tenê bi şertê ku dê erka xwe radestî hikumeteke hilbijartî bike, vê yekê red dike.”

`ALOZIYA SÛDANÊ LI BER XITIMÎNA HUNDIRÎN Û ÇARESERIYEKE NAVNETEWEYÎ MAYE’

Girêdayî aloziya li Sûdanê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Çavkaniyekî ji Meclisa Serdestiyê ya demkî ya Sûdanê re eşkere kir ku gelek însiyatîf ji meclisê re hatin pêşkêşkirin da ku çareseriyek ji aloziya siyasî re bê dîtin. Her wiha piştrast kir ku ev însiyatîf armanc dikin ku hemû alî li ser masaya diyalogê rûnin da ku xebatên veguhastina desthilata li welêt ber bi desthildateke sivîl a demokratîk ve temam bibin.

Her wiha diyar kir ku rola serokê şandeya NY`yê Volker Peretz asta şêwiran derbas nake ku hewl dide aliyên nakok li ser maseya diyalogê bîne cem hev. Heman çavkaniyan got divê çareserî xwecih be.”

ANHA