Rêveberiya Xweser: Bêyî rizgakririna Efrînê projeya demokratîk dê ne serkeftî be

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê salvegera 7`emîn a damezirandina Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê pîroz kir û got, bêyî Efrînê dê projeya Rêveberiya Xweser temam nebe.

Rêveberiya Xweser: Bêyî rizgakririna Efrînê projeya demokratîk dê ne serkeftî be
29 ÇILE, 2022   19:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya salvegera 7`emîn a ragihandina Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê daxuyaniyek da û têde  got, bêyî Efrînê û hemû herêmên dagirkirî projeya demokratîk li Sûriyê dê ne serkeftî be.

Daxuyanî wiha ye:

"Projeya Rêveberiya Xweser li Sûriyê pêngaveke cûda ber bi şikenandina nimûneya rêveberiya kevneşopî ve bû. Ev projeye ku di destpêka sala 2014`an de bi zêdebûna çûyîna rewşa Sûriyê ber bi ne zelalbûnê ve, hate destpêkirin. Armanca vê projeyê ew e ku herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ber bi aloziya ewlehî û pêşxistina rêxistinên radîkal ve  neçe. Hin aliyên herêmî hewl dan ku herêma me bikin herêmeke sist ku bi rêya wê Sûriyê û gelê wê parçe bikin mîna rewa niha ya li herêmên din ên ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin .

Efrînê nimûneyeke xurt ji rêveberiyê re ye. Şêniyên wê bi hemû hêz û israr saziyên xwe yên xweser ava kirin. Tevî êrişa ku di sala 2018`an de li ser Efrînê hate kirin û hê jî didome, Efrîn nimûneya rasteqîn a Rêveberiya Xweser e. Her wiha ji bo hemû kesên ku ji ber şerê li Sûriyê reviyan,  bûbû spartgeha ewle .

Di salvegera 7`emîn a damezirandina Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê de, em hemû gelên xwe pîroz dikin. Bi vê boneyê xebat û têkoşîna şêniyên Efrînê ji bo avakirina rêveberî û hêza xweser bi bîr tînin. Em diyar dikin ku bêyî rizgarkirina Efrînê û tevahî herêmên dagirkirî dê projeya demokratîk li Sûriyê ne serkeftî be û dê projeya Rêveberiya Xweser bêyî Efrînê berdewam neke. Em ji şêniyên xwe yên koçber re diyar dikin ku vegera wan, têkoşîn û îsrara me ji bo rizgarkirinê ye. Em ji bilî vegereke bi rumet a layiqî gelê Efrînê û şêniyên wê qebûl nakin.

Em hemû şehîdên Efrînê û şehîdên têkoşîna demokrasî, projeya biratiya gelan a  li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi bîr tînin. Em soz didin ku em ê şopdarên xeta berxwedan û têkoşînê bin heta ku em armancên gelê xwe di veguhertina demokraîk û wefedariya ji rêya şehîdan re, pêk bînin."

(bx)

ANHA