​​​​​​​Yasir Silêman: Hikumeta Şamê piştgiriyê dide şaneyên DAIŞ`ê

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Yasir Silêman got, hikumeta Şamê sivîl û axa Sûriyê neparastin û têkildarî bûyerên ku li Hesekê rûdane roleke neyînî lîst û piştgiriya şaneyên DAIŞ`ê kir.

​​​​​​​Yasir Silêman: Hikumeta Şamê piştgiriyê dide şaneyên DAIŞ`ê
30 ÇILE, 2022   00:38
REQA-EHMED EL-ELÎ

Bi destpêka êrişan li dijî girtîgeha Sînaa ya Hesekê re, hikumeta Şamê hêzên xwe yên li bejahiya Reqayê kişandin û rê da DAIŞ`ê ku ber bi Reqayê ve bi pêş keve. Her wiha têkildarî êrişên li dijî girtîgeha Sînaa daxuyaniyê provokatîf li dijî Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dan.

QSD`ê di 25`ê Çileyê de di daxuyaniyeke  da û got: “Raporên ku behsa vekişîna hêzên rejîmê ji nuqteyên xwe yên li bajarê Resafe yê başûrê Reqayê dikin, hemwextî êrişên li dijî girtîgeha Sînaa, cihê gumanê ne. Hêzên me gelek tedbîr girtin da ku rê nedin çeteyan ku sûdê ji vê vekişandinê negirin û li ser Reqayê nebin xeter.

Têkildarî mijarê cîgirê hevserokatiya Meclisa Giştî ya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Yasir Silêman got, diviyabû hikumeta Sûriyê parastina sînor û sivîlan kiriba û derfet nedeba terorîstan ku derbasî bajêr bibin.

Yasir Silêman wiha berdewam kir: “Ne QSD`ê Koalîsyon derbasî Sûriyê kir. Lê belê paşguhkirina hikumeta Sûriyê ku axa Sûriyê û sivîlan neparast hişt ku koalîsyon derbasî herêmê bibe û şerê terorê bike. Ji bo wî jî QSD`ê kir hevalbendê xwe” .

`REJÎMÊ RÊ DA ÇETEYAN KU DERBAS BIBIN`

Yasir Silêman îşaret bi daxuyaniyên hikumeta Şamê kir û got: “Rejîmê sûcên ku li dijî gelê Sûriyê pêk anîne, ji bîr kir û rê da rêxistinên terorîst ku derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin.  Rejîma Sûriyê nuqteyên xwe yê li bejahiya Sûriyê vala kirin da ku berxwedana QSD'ê berbelav bike. Nexasim ku rejîmê bûyerên li Hesekê rû dane bi sûcên şer bi nav kir."

Welatiyên Sûriyê bang li QSD`ê kir ku wan ji êrişên DAIŞ`ê li başûrê Reqayê biparêzin. Yasir Silêman got: “Bi nêrîna min, divê rejîm helwesteke nîştimanî nîşan bide, piştgiriya QSD`ê di têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ`ê de bike, ne ku bala wê bi tiştên din mijul bike."

Silêman wiha pê de çû: “Tu niyeta Rêveberiya Xweser tune ye ku sivîlan bide koçberkirin. Lê sivîl ji ber şerên ku rûdane ji malên xwe derketin û dê di demeke nêz de bi tunebûna xeteriyê re vegerin warên xwe. Mixabin rejîma Sûriyê sivîlên ku ji warên xwe koçber bûne, girtin.

Yasir Silêman destnîşan kir ku hikumeta Şamê ji kişandina hêzên xwe ji nuqteyên li bejahiya Reqayê armanc dike ewlehiya herêmên Rêveberiya Xweser bixe xeteriyê û ev li gotinên xwe zêde kir: “Rejîm dixwaze vê peyamê bide; ev herêm dê ewle nemînin. Lê li şûna wê diviyabû alîkariyên tenduristiyê û xêrxwaziyê derbasî herêmê bike. Lê mixabin rejîm bi şaneyên terorîst re dibe alîkar. Ev îsbat dike ku nikare welat bi rêve bibe û di pêvajoyeke wiha de roleke neyînî dilîze."

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Yasir Silêman wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Civata navneteweyî hikumeta Şamê nas dike. Ji ber wê divê banga derxistina çeteyên biyanî ji Sûriyê û darizandina wan bike. Lê li şûna wê, wan li welat dihêle û ji bo fişarê li Rêveberiya Xweser bike wan bi kar tîne da ku tawîzan jê bi dest bixe. Lê bi saya hevgirtina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê planên li dijî ewlehiya herêmê têk çûn."

(şx)

ANHA