Mudîrê SOHR`ê Ramî Ebdurehman dê vê êvarê bibe mêvanê bernameya taybet ya ajansa me

Ajansa me îro êvarê dê bernameyeke taybet têkildarî êrişa DAIŞ`ê ya li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê, planên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmê û îdiayên hikumeta Şamê yên girêdayî QSD`ê û gelek mijarên din biweşîne.

Mudîrê SOHR`ê Ramî Ebdurehman dê vê êvarê bibe mêvanê bernameya taybet ya ajansa me
28 ÇILE, 2022   12:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaneyên çeteyên DAIŞ`ê di 20`ê Çileyê de êrişî girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran a Hesekê kir û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgirya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ew êriş şikandin û plana reva çeteyên DAIŞ`ê yên girtî têk bir.

Hemwextî wê dewleta Tirk a dagirker êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Hikumeta Şamê jî daxuyaniyî dan û tê de QSD bi qetilkirina sivîlan tawanbar kir. Civata navneteweyî çareserkirina dosyaya çeteyên DAIŞ`ê yên girtî û malbatên wan paşguh dike.

Ji bo nîqaşkirina van mijarên navborî, vê êvarê mudîrê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) Ramî Ebdurehman dê tev li bernameyê bibe. Bername dê di saet 20:00`an de were weşandin.

Hûn dikarên li ser linkên li jêr bernameyê bişopînin:

https://www.facebook.com/hawarnews/

/ar/

https://www.youtube.com/channel/UCW353iupRhL8OspPE50U2dg

(şx)

ANHA