HPG’ê 4 gerîlayên di 2016’an de şehîd bûbûn, bi bîr anîn

HPG’ê 4 gerîlayên ku di sala 2016’an de li Zapê şehîd bûne, bi bîr anîn û got “Em ê her dem girêdayî bîranîn û armancên şehîdên xwe yên hêja bin. Em soz didin ku em ê armanca wan pêk bînin û tola wan hilînin.”

HPG’ê 4 gerîlayên di 2016’an de şehîd bûbûn, bi bîr anîn
28 ÇILE, 2022   11:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û têkildarî 4 gerîlayên li Zapê şehîd bûbûn, ev agahî dan:

“Dewleta Tirk a dagirker di sala 2016’an de li Zapê hin êriş kiribû. Di van êrişan de hevalên me Hêjar, Întîkam, Seyitxan û Silav şehîd bûbûn. Em di salvegera şehadeta wan de, hevalên xwe yên şehîd bi rêzdarî bi bîr tînin.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

          

 

Nasnav: Hêjar Hebûn
Nav û paşnav: Gazî Polat
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Navê dê û nav: Sevîm – Nîzamettîn
Dîrok û cihê şehadetê: Çileya 2016’an, Zap

 

Nasnav: Întîkam Devran Gabar
Nav û paşnav: Mehmet Halît Îdîn
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dê û nav: Zeynep – Abdulazîz
Dîrok û cihê şehadetê: Çileya 2016’an, Zap

 

Nasnav: Seyitxan Goyî
Nav û paşnav: Abbas Bayram
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dê û nav: Meryem – Abdulkerîm
Dîrok û cihê şehadetê: Çileya 2016’an, Zap

 

Nasnav: Silav Çarçela
Nav û paşnav: Sîdar Gurdal
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Navê dê û nav: Zubeyde-Selman
Dîrok û cihê şehadetê: Çileya 2016’an, Zap