Endamê Mekteba Siyasî ya YNK`ê: Dest xweş Rojava

Endamê Mekteba Siyasî ya YNK’ê Arêz Ebdullah serkeftina şervanên QSD’ê ya li beramber plana mezin a çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wê, pîroz kir û got: “Eger ew plan serketiba, wê bandor ne tenê li ser Rojavayê Kurdistanê, lê belê dê li Başûrê Kurdistanê û Iraqê jî kiriba."

Endamê Mekteba Siyasî ya YNK`ê: Dest xweş Rojava
28 ÇILE, 2022   13:00
NAVENDA NÛÇEYAN

 

Endamê Mekteba Siyasî ya Yekyitiya Nîştimanî ya Kurdistanê li ser hesabê xwe yê fermî yê Facebook’ê peyamek der barê serkeftina şervanên QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirên ya Rojavayê Kurdistanê li hember êrişan DAIŞ’ê ya li dijî Hesekê û hewldana revandina çeteyan belav kir. Di peyama xwe de spasiya berxwedana şervanan a dijî çeteyan kir.

Ebdûlla peyama bi sernava “Destxweş Rojava” belav kir û got: “Agahiya kontrolkirina zîndanê û vala derxistina plana xeter a herêmî ya Hesekê-Rojava gelek girîng û mezin e.”

Arêz Ebdûlla da zanîn ku eger ev plan serketiba, wê ne tenê bandorê li Rojavayê Kurdistanê lê belê dê bandor Başûrê Kurisdtanê û Iraqê jî kiriba.

Ji bo serkeftina şervanên QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Rojava jî Arêz Ebdulla kêfxweşiya xwe anî ziman û spasiya wan kir û got: “Asayîş û QSD îspat kirin ku ew hêjayî wê erka mezin a mirovahiyê ne. Bi jêhatîbûna xwe DAIŞ û dijmin bêhêvî û riswa kirin.”

Endamê Mekteba Siyasî ya YNK’ê Arêz Ebdûlla peyama xwe wiha bi dawî kir: “Destê we saxbe keç û xurtên wêrek ên bêhempa yên QSD’ê û Asayîşa Rojava. Spas Rojava, her serkeftîbin.”

Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê YNK’yî Qubad Talabanî jî şervanên QSD’ê û Rojavayê Kurdistanê pîroz kiribû.