​​​​​​​Cynthia Farahat: Sûdwarên êrişên DAIŞ’ê Ixwan û hikumetên sponserên terorê dikin in

Lêkolînera Foruma Rojhilata Navîn (MEF) Cynthia Farahat destnîşan kir ku destê gelek aliyên derve di serî de Tirkiyê û Qeter di êrişa DAIŞ`ê ya li dijî girtîgeha Sînaa ya Hesekê de heye. Her wiha diyar kir ku aliyê sûd ji van êrişan digirin, Ixwan Muslimîn, DAIŞ, El-Qaîde û hikumetên destekê didin van rêxistinan in.

​​​​​​​Cynthia Farahat: Sûdwarên êrişên DAIŞ’ê Ixwan û hikumetên sponserên terorê dikin in
27 ÇILE, 2022   05:15
NAVENDA NÛÇEYAN-GÎVARA ŞÊX NÛR

Şaneyên DAIŞ`ê di 20`ê Çileyê de hemwextî salvegera 4`an a destpêkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Efrînê, êrişî girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran a Hesekê kir ku tê de bi hezaran girtiyên DAIŞ`ê hene. Da ku reva çeteyan ji girtîgehê hêsan bikin.

Girêdayî mijarê ajansa me hevpeyvînek bi pispora karûbarên koma Ixwan Muslimîn a Foruma Rojhilata Navîn Cynthia Farahat re çêkir.

Hevpeyvîn wiha ye:

DAIŞ`ê bi awayekî birêxistinkirî êrişî girtîgeha Sînaa ya Hesekê kir ku tê de 5 hezar çeteyên DAIŞ`ê hene. Gelo DAIŞ`ê ev destek ji ku anî heta êrişî girtîgehekê kir?

Diyar e ku gelek aliyên navneteweyî û istixbaratên wan destek dane vê êrişê ku dikarin agahiyên  têkildarî girtîgehê bi hurgilî bi dest bixin, perwerde li ser êrişê bidin, destek ji hinek xayînên alîgirên rêxistinên terorîst û hikumetên sponserên wan mîna Tirkiyê, Qeter û Îranê bigirin.

Em nikarin vê bûyera terorsît li derveyî pêşketina cîhada islamî li gelek dewletan dûr bixin. Ev bûyer yekser piştî kontrolkirina tevgera Talîbanê li ser Efganistanê di bin rêveberiya rejîma Qeterê ya ixwanî de ku sponserê terora navneteweyî ye, pêk hat. Niha Efganistan bûye baregeheke leşkerî ya hemû rêxistinên cîhadî û sûcdar ên navneteweyî.

Gelo kî sûdê ji êrişên DAIŞ`ê digire, kê rol di van êrişan de lîst, bi taybet ku dewletên Tirk hemwextî êrişên DAIŞ`ê hêzên xwe li ser sînorên Til Temirê kom kirin û erebeyeke leşkerî ya bi hawara bajêr diçû, girt hedef? Gelo armancên wê çi ne?

Aliyên sereke ku sûd ji van êrişan digire, Ixwan Muslimîn, hikumetên sponserên rêxistinên mîna DAIŞ û El-Qaîdeyê ne.

Armanca bingehîn a vê êrişê; firehkirina daîreya leşkerkirina terora islamê ye ku di çend salên dawî de bi paş ketiye.

Armanca duyemîn; vejandina wan hestên terorîst hikumetên sponserên terorê ji nû ve derdixe pêş. Ji ber ku ev hikumet bi rêya terorê, qada muxalefetê û hejmara muxalifên xwe kêm dikin. Armanca sêyemîn; ev êriş rewabûneke fiqhî(olî) dide wan hikumetan.

Gelo hêzên li ser erdê Sûriyê ne, rolek di vê êrişê de lîst, ji ber ku DAIŞ`ê tevî çek derbasî bajêr bû, ev yek ji bilî bi rêya çargoşeyên ewlehiyê ne pêkan e pêk were ku hikumeta Şamê wan bi rê ve dibe ?

Gelek ajanên şaneyên terorîst di her du hikumetan Rûsya û Şamê de hene. Ev yek an bi rêya bertîlan an jî şantajê yan jî hevbendiya olî pêk tê. Pirsgirêka herî mezin ew e ku destê van rêxistinan di saziyên istixbarata hikumetên her du dewletan de heye.

Çima cîhan behsa êrişa DAIŞ`ê ya li ser artêşa Iraqê dike û behsa êrişa li ser girtîgeha Sînaa nake? Hûn helwesta civata navneteweyî çawa dinirxînin?

Mixabin, civata navneteweyî tu helwest nîşan nede. Ji ber ku heta bide jî, wê pirsnîşanan girêdayî dewletên sponserên wan rêxistinan û têkiliyên wan di radestkirina Efgansitanê ji Talîban re, bikaranîna islamiyan di şerên navbera dewletên cuda de derxe pêş.

Çima civata navneteweyî çareserkirina dosyaya girtiyên DAIŞ û malbatên wan paşguh dike?

Ji ber ku DAIŞ ji valahiyeke mezin nebûye. Heke bi temamî bi dawî bibe, dê nekaribin baweriya nifşeke din a terorîstan bi dest bixin.

Girîngiya avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina DAIŞ`ê çi ye?

Ev gelek girîng e. Lê em bawer nakim ku tiştek wiha çêbibe. Sala 2015`an, serdozgera giştî ya dadgeha navneteweyî got, li gel derfetên dadgehê em nikarin DAIŞ`ê darizînin. Ev xîtabeke dîplomatîk e ku bi rêya wê dixwazin rastiyê veşêrin ku dadgeha navneteweyî nikare DAIŞ`ê darizîne beyî ku têkiliyên Tirkiyê, Qeter û Îranê di sûcên navneteweyî de eşkere neke.

(şx)

ANHA