ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-01-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-01-2022
18 ÇILE, 2022   00:00

-Li Sêmalkayê çalakiya bi armanca wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûne, di roja 106'an de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser civîneke berfireh ji bo şêniyên bajarê Dêrikê, herêmên Berav û Koçerat li hola Kornîş li dar dixe. Li hola Kerem a navçeya Amûdê jî heman civîn tê lidarxistin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê  bi armanca ku li gel guhdar bike, xebatên xwe yên sala borî û plansaziya xwe ya sala nû eşkere bike civîneke berfire li bajarê Hesekê li dar dixe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi armanca danasîna "Lihevkirinên" ku hikumeta Şamê pê diaxive, Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Reqayê civîneke girseyî li herêma Kisrat  li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komeleyên wefidîn têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyekê li Reqayê dide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiya konvedanê ya li qada Şehîd Egîd ya li Kobanê di roja sêyemîn de bi dawî dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi boneya salvegera 17'an a damezirandina Kongra Star şahiyek li hola Reşo ya bajarê Hesekê tê lidarxistin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Civîna Komîteya Berfireh a Sazkirina Hevpeymana Civakî di roja duyemîn de li navenda Serdem a Çandê ya li bajarê Hesekê berdewam dike, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Saziya Olî ya Herêma Firatê Ebdurehman Şewket komkujiyên dewleta Tirk a dagirker li ser gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û diyar kir ku rayedarên Tirkiyê kirasê Îslamê li xwe dikin û hewl didin gelên herêmê bixapînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).         

DOSYA

- Dewleta Tirk a dagirker siyaseta qirkirin û tunekirina nasnameya efrînî didomîne. Piştî koçberkirina şêniyên resen, bicihkirina malbatên çeteyan li şûna wan, wêrankirina şûnwaran, Efrîn kir navenda bermaheyên çeteyên DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusrayê. Berxwedanê jî rûyê rastîn ê dewleta Tirk a dagirker eşkere kir. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Sekreterê giştî yê Partiya Guhertin û Ronesnasê ya Sûriyê Mistefa Qalecî banga betalkirina peymana Edeneyê ya di navbera Şam û Enqereyê de û vegerandina mafên Sûriyê kir. Her wiha têkildarî xeteriyên guhertina demografiya herêmên dagirkirî hişyarî da. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Îbrahîm El-Qeftan têkildarî "Lihevkirinên" ku hikumeta Şamê behsa wan dike hişyar da û got: "Ev lihevkirin mîna êşbirê ne û wê aloziya Sûriyê kûrtir bike." El-Qeftan îşaret pê kir ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê divê hikumeta Şamê bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê re diyalogan bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Kesayetên welatparêz gotin, ji bo PKK'ê ji "lîsteya terorê" were derxistin, divê asta têkoşînê were xurtkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hunermendên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişên dewleta Tirk, piştgiriya xwe nîşanî gerîlayên HPG`ê kir û got: "Gelê Kurd gerîla ne û gerîla jî gelê Kurd bi xwe ne, her wiha ew vîn û hêza me ne." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger bi banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan û derxistina PKK'ê ji "lîsteya terorê" çalakiya kon li navçeya Tirbespiyê li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ciwanên Hecînê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi boneya salvegera êrişên dagirkirinê li ser Efrînê meşekê li dar dixin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji çalakiya konvendanê ya li Kobanê, ciwanan got: " Artêşa dewleta Tirk a dagirker tirsonek e, nikare li eniyên şer hêzên me têk bibe, ji lewma welatiyan dike hedef, lê dîsa jî em ê li ber xwe bidin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vekirina projeyên aborî, hewldana şikandina ambargoya li ser herêmê dike, her wiha rê li pêşiya keybaziya bazirganan û bilindkirina nirxên kel û pelan digire. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA