​​​​​​​Kesayetên welatparêz ji bo derxistina PKK'ê ji "lîsteya terorê" banga xurtkirina têkoşînê kir

Kesayetên welatparêz gotin, ji bo PKK'ê ji "lîsteya terorê" were derxistin, divê asta têkoşînê were xurtkirin.

​​​​​​​Kesayetên welatparêz ji bo derxistina PKK'ê ji "lîsteya terorê" banga xurtkirina têkoşînê kir
18 ÇILE, 2022   01:38
HELEB- NESRÎN ŞÊXO

Bi zexta rejîma Tirk, gelek welatan di serî de Almanya di sala 1993'an de qedexe li ser PKK'ê ferz kir, her wiha Yekitiya Ewropayê navê PKK'ê xist "lîsteya terorê".

Bi armanca derxistina PKK'ê ji vê lîsteyê Înîsiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî kampaniyeke ragihand. Ji zêdetirî 30 dewletan, zêdetirî hezar kesayetên navedar, ji akademîsyen, hunermend, parlamenter, siyasetmedar û nivîskar beşdarî kampanyayê bûn.

/kr/uploads/files/2022/01/17/194207_-.webp

Welatiyê bi navê Ehmed Mihemed Mehmûd ji taxa Şêxmeqsûd a Helebê ku di sala 1993’an de li Misirê PKK'ê nas kiriye got: PKK'ê tevgereke gerdûnî ye û ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo hemû gelan banga azadî û demokrasiyê dike."

Ehmed Mihemed Mehmûd li ser sedemên hiştina PKK'ê di "lîsteya terorê" de got: "PKK'ê banga biratiya gelan, azadî, aştî û edaletê dike. Derxistina PKK'ê ji vê lîsteyê ne li gorî berjewendiyên welatên kapîtalîst e, ji ber vê yekê dixwazin partiyê reş bikin û ji lîsteyê dernekeve."

Mehmûd diyar kir ku PKK'ê ku li ser fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan hatiye avakirin, armanca wê perwerdekirina gelan e û bang li gel dike ku serî hildin û ji rejîmên serdest rizgar bibin.

'SERKÊŞÊ TERORÊ, TIRKIYE YE'

Ehmed Mihemed Mehmûd bang li Yekitiya Ewropayê kir ku PKK'ê ji "lîsteya terorê" derxin û wiha dom kir: "PKK'ê xizmeta gel dike, divê ji "lîsteya terorê" bê derxistin û qedexeya li ser wî were rakirin."

Ehmed bal kişand ser pêwîstiya belavkirina ramana PKK'ê li hemû cîhanê, da ku rastiya wê nas bikin û ji bo serxistina wê tev bigere.

Mehmûd got: "Tirkiye serkêşa terorê ye, berî deh salan Tirkiye çeteyên DAIŞ'ê derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û bi pere û çekan piştgiriya wan dike."

'HEWL DIDE GELAN JI ZORDARIYÊ RIZGAR BIKE'

/kr/uploads/files/2022/01/17/194152_-.webp

Kesayeta welatparêz Weqfiya Koçer ji destpêka damezirandinê ve PKK'ê nas kir û li ser  têkoşîna wê wiha got: "Xebata PKK'ê xebateke mirovahî ye ku dikeve xizmeta gelên ku êş û azarê dikişînin. Ev partî j bo rizgarkirina gelên bindest ji zilmê têdikoşe."         

Weqfyê Koçer destnîşan kir ku xebata PKK'ê xebateke demokratîk e ku banga wekhevî û parastina mafên mirovan dike.

Weqfiya Koçer li ser armancên dewleta Tirk ên têkildarî mayîna navê PKK'ê di "lîsteya terorê" de got: "Ji ber ku dewleta Tirk ji belavbûne fikirê PKK`ê ditirse, israr dike ku navê PKK'ê di ''lîsteya terorê'' de bimîne."

''EM Ê JI BO DERXISTINA NAVÊ PKK'Ê JI "LÎSTEYA TERORÊ" TÊBIKOŞIN''

Weqfiya Koçber ji bo derxistina PKK'ê ji "lîsteya terorê" banga xurtkirina têkoşînê kir û got: "Divê em têkoşîneke xurt bimeşînin da ku karibin sîfeta terorê li ser PKK'ê rakin.  Ev yek dê ji bo berxwedana girtiyan û berxwedana gerîlayan a li çiyayên Kurdistanê bibe alîkar."

(dx)

ANHA