​​​​​​​Mistefa Qalecî: Bicihkirina biyaniyan li Efrînê gelek xeter e

Sekreterê giştî yê Partiya Guhertin û Ronesnasê ya Sûriyê Mistefa Qalecî banga betalkirina peymana Edeneyê ya di navbera Şam û Enqereyê de û vegerandina mafên Sûriyê kir. Her wiha têkildarî xeteriyên guhertina demografiya herêmên dagirkirî hişyarî da.

​​​​​​​Mistefa Qalecî: Bicihkirina biyaniyan li Efrînê gelek xeter e
18 ÇILE, 2022   04:18
HELEB-NESRÎN ŞÊXO

Têkildarî dagirkirina axa Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk ve, helwestên navneteweyî yên li hember sûcên domdar li wan herêman, civînên Astanayê û rola wê di kûrkirina aloziya Sûriyê de, Sekreterê giştî yê Partiya Guhertin û Ronesnasê ya Sûriyê Mistefa Qalecî  ji ajansa me re axivî.

Mistefa Qalecî îşaret bi salvegera 4`an a dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve kir û got: “4 sal derbas bûn, lê hîna civata navneteweyî peydakirina çareseriyekê dereng dixe ku axa dagirkirî rizgar bibe ku dewleta Tirk tevî şirîkên xwe yên li Astanayê dagir kir.”

`CIVÎNÊN ASTANAYÊ JI BO BIRÊVEBIRINA BERJEWENDIYÊN DAGIRKERAN E`

Qalecî rola civata navneteweyî di aloziya Sûriyê de rexne kir û got: “Heke em vegerin lîsteya berjewendiyên di navbera van hêzan de ez behsa hersê aliyên Astanayê (dewleta Tirk, Rûsya û Îranê) dikim, em ê bibînin ku berjewendiyên Rûsya-Tirkiyê ji berjewendiyên Rûsya-Sûriyê girîngtir in. Ji Astana 1 bigire heta bigihêje civîna dawîn a Astanayê em ê bibînin ku ev civîn ji bo berjewendiyên gelek hêzan e ku mudaxeleyî Sûriyê kirine û axa wê dagir kirine.”

Têkildarî encamên civînên Astanayê Mistefa Qalecî got: “Di piraniya wan civînan de, dewleta Tirk hat erkdarkirin ku komên çekdar ên li bakur Sûriyê ji hev bike. Lê mixabin dewleta Tirk di pêkanîna vê erkê de dereng ma. Li şûna ku wan koman ji hev bike, piştgiriya wan kir û fînanse kir û desteka lojistîk da hemû mîrên şer.”

`LIHEVKIRINÊN XWE BINPÊ DIKIN`

Mistefa Qalecî destnîşan kir ku dewletên sponserên Astanayê, hemû daxuyaniyên xwe binpê kirin ku li ser parastina dewleta Sûriyê û vegerandina serdestiya wê li hev kiribûn û wiha domand: “Artêşên her sê dewletan li Sûriyê ne. Bi taybet dewleta Tirk ku beşin ji axa Sûriyê dagir kir. Heta niha hema bêje 5 qatê rûbera Lîwa Skenderon dagir kiriye.”

Qalecî wiha pê de çû: “Dewleta Tirk a dagirker herêma di navbera Serêkaniyê û Girê Spî de bi dirêjahiya 130 kîlometreyan û kûrahiya 32 kîlometreyan dagir kir. Cerablus, Ezaz, Bab, Efrîn û parêzgeha Idlibê bi giştî dagir kirine. Ala xwe li ser wan herêman daliqandine ku ji aliyê efserên artêş û ewlehiya Tirkiyê ve tên birêvebirin. Çeteyên qaşo Artêşa Watanî alîkariya wan dikin.”

Sekreterê giştî yê Partiya Guhertin û Ronesnasê ya Sûriyê têkildarî planên dewleta Tirk li herêmê wiha axivî: “Projeyeke kevnar a Tirkiyê li herêmê heye. Ew dixwaza Mîsaqê Millî li herêmê vejîne. Li gorî vê lihevkirinê, Heleb û gundewarê wê, parêzgeha Reqa û gundewarê wê, Idlibê û gundewarê wê, beşek ji rgundewarê ojhilatê Lazîqiye, beşek ji gundewarê bakurê Hemayê girêdayî axa Tirkiyê ne. Ji ber wê dixwaze ji nû ve bixe bin serweriya xwe. “

`HERÊMÊN DAGIRKIRÎ JI SÛRIYÊ HATIN QUTKIRIN`

Di berdewama nirxandinên xwe de Mistefa Qalecî bal kişand ser kiryarên dewleta Tirk û got: “Desthilatên Tirkiyê nasnameya Tirkiyê dide şêniyên Helebê ku wan beşek ji wîlayeta Helebê dihesbîne, da ku tev li civaka Tirkiyê bibin. Niha ala Tirkiyê li herêmên dagirkirî hatiye daliqandin. Xwezaya têkiliyên giştî li wir hat guhertin. Ew herêm ji Sûriyê hatin qutkirin. Li wir danûstandin bi lîreyê tirk tê kirin, înternêt, kehrebe û av ji Tirkiyê tên. Deriyên sînor ber bi Tirkiyê ve vekirî ne lê ber bi Sûriyê ve girtî ne. Mîna deriyê Bab El-Hewa û El-Selam. Dewleta Tirk gelek şaxên zanîngehên Tirkiyê li herêmên Sûriyê vekirin.”

Qalecî destnîşan kir ku dewleta Tirk siyaseta tirkkirinê li herêmên dagirkirî dimeşîne û ev li gotinên xwe zêde kir: “Heke em guhertina demografîk bidin ber binpêkirina mafan, gelek besît dimîne. Şêniyên resen ên Efrînê hatin koçberkirin û li herêma Şehbayê koçber in. Li şûna wan jî kesên biyanî hatin bicihkirin. Ev mijareke gelekî xeter e.”

`CIVATA NAVNETEWEYÎ LI GORÎ BERJEWENDIYÊN XWE ALOZIYÊ BIRÊVE DIBE`

Têkildarî rola civata navneteweyî di aloziya Sûriyê de Mistefa Qalecî wiha got: “Gelo civata navneteweyî vê siyasetê nabîne? Lê belê hemû dibînin, civata navneteweyî, Rûsya û Îranê hemû kiryarên dewleta Tirk ên li dijî gelê Sûriyê dibînin. DYA`yê diyar dike kî dê bikeve wê herêmê yan jî wê herêmê û dê kî derkeve. Mixabin civata navneteweyî bêexlaq e. Aloziyê li gorî berjewendiyên xwe birêve dibe. Tu çareserî ji sûriyan re pêşkêş nekir.”

Qalecî diyar kir ku mijara derxistina Tirkiyê ji Sûriyê bi vîna sûriyan ve girêdayî ye û got: “Hemû beşên civaka Sûriyê ji dewleta Tirk zirar dîtine. Mijar ne Kurd an jî Ereb an jî Turkmen zirarê ji wê dibînin, lê her sûriyek xwedî şeref û welatparêze, dizane ku dewleta Tirk a dagirker dewleteke dagirker e û hemû zirar ji dagirkeriyê dît.”

Qalecî daxuyand ku divê sûrî vegerin diyalogê û wiha berdewam kir: “Tecrubeyek beriya 100 sal heye, dema kongreya Sûriyê sala 1919-1920`an li dar ket. Dibe ku ev kongre bibe nexşerêyeke nû ya sûriyan. Çawa sûrî di wê kongreyê de bi ser ketin, vê carê jî dikarin bi ser kevin.”

Kongreya Sûriyê ya bi navê Kongreya Mezin a Sûriyê di Hezîrana 1919`an de piştî hilweşîna dewleta Osmanî li Şamê bi armanca amadekirina komîteya King-Crane a naskirina rastiya têkildarî pêşeroja Sûriyê li dar ket. Sûriye wê demê bi navê Bîladuşam dihat naskirin. Kongre mîna parlamentera Sûriyê bû. Di civîna 8`ê Adara 1920`an de kongreyê gelek biryar girtin di nav de serxwebûna Sûriyê bi navê Memlekêt Sûriye Erebiye ragihand ku ji Lubnan, Filistîn, Urdin, Lîwa Skenderon, herêmên bakur ku Fransa û Brîtanya di çarçoveya lihevkirina Lozanê dan Tirkiyê pêk dihat.

`PÊWÎSTIYA SÛRIYAN BI JI NÛ VE SAZKIRINA HEVPEYMANA XWE YA CIVAKÎ HEYE`

Mistefa Qalecî destnîşan kir ku pêwîstiya gelê Sûriyê bi ji nû ve sazkirina hevpeymana civakî heye ku li ser edalet û parvekirina desthilat û berhemana ava dibe û bi domdarî got: “Axa dagirkirî bi maçkirina simbêlan rizgar nabe. Divê sûrî ji nû ve xwe li gorî rewşa heyî bi rêxistin bikin. Ji ber ku sûrî di pêvajoyeke hesas re derbas dibin. ”

Qalecî behsa komîteya destûrê ya Sûriyê kir û got: “Ev komîte hatiye rûniştandin lê beşeke mezin a sûriyan jê hatiye dûrxistin. Ev komîte li gorî civata navneteweyî gavan davêje. Ne pêkane ku destûrek ji bo çareserkirina aloziyê, saz bike.”

`HEVBENDIYA NÎŞTIMANÎ JI HEVALBENDIYA BI RÛSYA YAN JÎ BI AMERÎKAYÊ RE ÇÊTIR E`

Qalecî got pêwîste sûrî rastiya bûyerên rû didin nas bikin û ev pirsî: “Gelo hêzên mudaxeleyî Sûriyê kiriye, tu çareserî li cem wan hene lê na? Yan jî hemû dixwazin pirsgirêkên xwe li ser hesabê sûriyan çareser bikin? Divê sûrî li çareseriyeke nîştimanî bigerin ku maf û berjewendiyên wan diparêze. Hevbendiya nîştimanî ji hevbendiya bi Rûsya yan jî Amerîkayê re çêtir e.”

Qalecî destnîşan kir ku civata navneteweyî xwedî amûr e û dikarî alozî di meşên wê yên pêşîn de çareser kiriba. Lê ew aloziyê li gorî berjewendiyên xwe diparêze.

Mistefa Qalecî diyar kir ku şêniyên li herêmên dagirkirî bi giştî ne bi komên çeteyan re ne û got: “Ew di rewşa herî xirab de ne ku di bin zora çek de hewl didin milkên xwe biparêzin. Divê sûrî mafên xwe di ser berjewendiyên hêzên din re bigire çi Rûsya yan jî Amerîkayê yan jî Îranê yan jî Tirkiyê be.”

`DAGIRKERIYA TIRK CUDA YE`

Sekreterê giştî yê Partiya Guhertin û Ronesnasê ya Sûriyê îşaret pê kir ku dewleta dagirkiriiya Tirk ji dagirkirinên din ên li ser Sûriyê cudatir e. Ji ber projeyeke wê li Sûriyê heye ku gelek sûrî piştgiriya wê dikin û wiha berdewam kir: “Ew kes di destê dewleta Tirk de bûne amûr, heke bixwaze dê wan bike tirk yan jî penaberên sûrî û bi Yekitiya Ewropayê yan jî Amerîka, Rûsya û Îranê li ser wan bazaran bike.”

Qalecî da zanîn ku  mafê dewleta Tirk tune ku Sûriyê dagir bike û got: “Lihevkirina Edeneyê jî derfetê nade dewleta Tirk ku axa Sûriyê dagir bike.”

Di dawiyê de Sekreterê giştî yê Partiya Guhertin û Ronesnasê ya Sûriyê Mistefa Qalecî diyar kir ku Parlamentoya Sûriyê beriya çend meha banga vegera Lîwa Skenderon kir û got: “Li şûna wê çêtirbû ku bang li betalkirina lihevkirina Endeneyê kiriba. Heta ku Sûriye ne girêdayî wê be. Betalkirina vê lihevkirinê, destpêka vegerandina mafên ji Sûriyê re ye.”

(şx)

ANHA