‛Ji bo vegera birûmet li Efrînê em ê asta berxwedanê bilind bikin’

Meclisa Kantona Efrînê bi daxuyaniyekê sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê şermezar kirin û soza xurtkirina têkoşînê heta rizgarkirina Efrînê da.

‛Ji bo vegera birûmet li Efrînê em ê asta berxwedanê bilind bikin’
16 ÇILE, 2022   15:36
ŞEHBA

Bi dehan endamên Meclisa Kantona Efrînê li kampa Serdemê ya gundê Til Sosîn ê navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê kom bûn. Endaman wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê, şehîdên komkujiya Til Rifetê, zarok Ebdo Henîfî yê ku di êrişa li ser Kobanê de lingê wî hate jêkirin  hilda bûn. Her wiha pankartên bi nivîsên "Tikiyê xaka me dagir kriye, zarok û mezinên me qetil dike, Rûsya bê deng e", "Efrîn rûmeta me ye, ji bo Efrînê em fedayî ne" vekiribûn.

Têkildarî mijarê daxuyanî hate dayîn. Endama Meclisa Kantona Efrînê Arîn Elî bi zimanê kurdî û endamê rêveber a Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Ebdo bi zimanê erebî daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"4 sal di ser êrişên hovane yên faşîzma Tirk ên li dijî bajarê aştiyê re derbas bûn û hîna jî Efrînê bi awayekî eşkere ji hêla dewleta Tirk a bi nûnertiya kesayeta Erdogan ve rastî hemû sûcên qirêj tê.

Erdogan ji berhema çanda osmanî ya hovane ye ku li pey xwe qetilkirin, talankirin û wêrankirin hiştin û xwe li ser çand diziyê ava kirin.

Li vir gotina li ku derî qetil û talan hebe bizanin ku tirk di wir re derbas bûne, îsbat dibe.

Efrîn bûbû dergûşa gelên Sûriyê yên ji ber azarên şer revîne. Ev bajarê ku rojane geş dibû û gavên mezin ber bi azadiyê ve diavêtin û xwe li ser pergala Rêveberiya Xweser damezrandibû û nifş jî li ser felseya jiyana azad mezin dibûn.

Li aliyekî din jî DAIŞ li Kobanê li ser destê YPJ û YPG’ê ku zarokên agir û rojê ne, xewnên Erdogan têk birin û ew bûn strî di çavên Erdogan de.

Erdogan li beramber van destkeftiyan tehemûl nekir û di 20’ê Çileya 2018’an de bi awayekî hovane êrişî bajarê aştiyê ya Efrînê kir.

Di encama wan êrişan de bi dehan komkujî li dijî gelê Efrînê çêbûn û bi sedan zarok bûn qurban. Ruxmî hovîtiya wan êrişan jî, lê gelê Efrînê û şervanên wê 58 rojan destanên berxwedanê nivîsandin.

4 sal anku hezar û 460 roj in em dûrî bajarê zeytûnê ne û hîna jî Tirkiyê hovîtin sûcan li dijî vî bajarî pêk tîne û sivîlan qetil dike. Hejmara kuştiyên sivîl gihaşt zêdetirî 655, ji wan 565 di encama êrişên bênavber de ne. Her wiha 90 welatî di îşkenceyên jêrzemîn û girtîgehên dagirkeriyê de jiyana xwe ji dest da. 8 hezar û 59 welatî hatin revandin. Her wiha 84 jin hatin qetilkirin û 696 birîndar bûn.

Li aliyekî cihên dîrokî û gorên şehîdan hatin rûxandin, ziman û çanda biyanî li ser gelê Efrînê yê resen hatin ferzkirin. Heta xweza jî ji êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê rizgar nebûn. Li dijî ol û baweriyan bi taybet ola êzidî qirkirinê pê dianî. Bi gotineke din ev tevahî teror bi armanca guhartina demografîk e û li pêş çavên saziyên îdiaya paratina mafên mirov dikin û tevahî cîhanê pêk tê.

Em Meclisa Kantona Efrînê û gelê Efrînê bi hemû pêkhateyên xwe ku canê xwe di oxira parastina Efrînê de dane, soza xwe nû dikin û çi dibe bila bibe em ê heta vegera birûmet li ser xaka mezinên xwe li ber xwe bidin.

Em bang li saziyên edaletê yên îdia dikin mafên mirovan diparêzin û ji wan dipirsin ku hûn ê kengî mafên mirovan biparêzin. Her wiha bang li NY’yê dikin ku hûn ê kengî zextê li dewleta Tirk bikin ku ji herêmên dagirkirî vekişin û Erdogan wek sûcdarê şer darizînin.

Em careke din soz xwe dubare dikin ku em ê asta têkoşîn û berxwedanê li ser rêya azadî ji bo vegera birûmet li Efrînê bilind bikin."

(fr)

ANHA