Li Şengalê wesayîta artêşa Iraqê li servîsa xwendekaran qelibî: 2 mirî, 27 birîndar

Li Şengalê tankera avê ya artêşa Iraqê li servîsa xwendekaran qelibî, li gor agahiyên destpêkê 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û 27 kes jî birîndar bûne.

Li Şengalê wesayîta artêşa Iraqê li servîsa xwendekaran qelibî: 2 mirî, 27 birîndar
16 ÇILE, 2022   15:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Şengalê, servîseke xwendekarên dibistanê dema ji dibistanê derket û ji navçeya Sinûnê ber bi komelgeha Xanesorê ve diçû,  di navbera Xanesor û Sinûnê de nêzî seytereya Ş. Amed a Asayîşa Êzîdxanê, tankera avê ya artêşa Iraqê li servîsa xwendekaran qelibî.

Li gor agahiyên ji Nexweşxaneya Sinûnê hatine girtin, 27 birîndar hene. Şofêrê otobusê û xwendekarekê jiyana xwe ji dest dane.

Birîndar ji aliyê kesên derdor ve rakirine Nexweşxaneya Sinûnê.

Hêjayî gotinê ye ku ev çend roj in artêşa Iraqê bi hincetên cûda hêzên xwe yên li navenda Şengalê û hemû komelgehan zêde kirine. Lê gelek cihan seytere danîne û liv û tevgera wesayîtên leşkerî rê li ber vê qezayê vekiriye.