Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê civînên bi gel re didomîne

Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê bi şêniyên Tirbespiyê û Girkê Legê re civiya. Şêniyan îşaret bi girîngiya lidarxistina van civînan kir bi gaveke erênî nirxandin.

16 ÇILE, 2022   15:59
QAMIŞLO

Di çarçoveya rêzecivînên Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê li dar dixe de, îro jî bi gelê navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo re civiya. Civîn li hola Siyahî ya bakurê navçeyê bi beşdariya hevserokê Gerînendeya Sotemeniyê ya Herêma Cizîrê Ebdulselam Ebas, cîgirê hevserokatiya Desteya Aborî û Çandiniyê ya Herêma Cizîrê Mehmûd Mihemed, cîgira hevserokatiya Meclisa Kantona Qamişlo Safiye El-Giûd, cîgira hevserokatiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê Vîvyan Osê û hevseroka Meclisa Navçeya Tirbespiyê Şamîran Denho hate orgenîzekirin.

Destpêkê rapora salê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê hate xwendin, dûvre budceya par û îsal û projeyên ku rêveberiyê pêk anîne hatin destnîşankirin.

Welatiyan xebata hin saziyan rexne kir û got, divê destekê bidin rewşa debarê û xizmetguzariyê li gundewaran, her wiha hîn zêdetirî girîngiyê bidin qada çandiniyê, jê peydakirina êm û biryara bilindkirina nirxê semadê di ber çavan re derbas bikin.

GIRKÊ LEGÊ

Di heman çarçoveyê de şêniyên navçeya Girkê Legê di civîna Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê de li dar xist, banga destekdayîna ji qadên tenduristiyê û xizmetguzariyê yên herêmê kirin.

Bi dehan welatî, hevseroka Nivîsgeha Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Ahîn Siwêd, endama Rêvebeiya Komîteya Aborî ya Kantona Qamişlo Mesûd Yusif, cîgira hevserokatiya Komîteya Şaredariyan a Kantona Qamişlo Bêrîvan Omer û hevserokê Meclisa Kantona Qamişlo Afram Îshaq tevli civînê bûn.

Destpêkê rapora salane ya desteyên Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê hatin xwendin û welatiyan nîqaşa bendan kirin.

Şêniyên navçeyê di civînê de îşaret bi başkirina rewşa xizmetguzariyê, kalîteya nan û mekanîzmeya belavkirina gazê, her wiha destekdayîna ji qada tenduristiyê, aborî û perwerdê yên li herêmê kir.

Beşdaran îşaret bi girîngiya lidarxistina civînên wiha jî kir û got, ev gaveke baş e û pirsgirêkên herêmê çareser dike.

Di dawiya her du civînên de nûnerên rêveberiyê rexnedayîna xwe da û soza bicihanîna daxwazên wan da

(eh)

ANHA