Dadgeheke Almanyayê cezayê muebetê li efserekî hikumeta Şamê birî

Dadgeheke Almanyayê cezayê muebetê li efserekî berê yê îstixbarata hikumeta Şamê birî. Efser ji ber 58 sûcan hat cezakirin.

Dadgeheke Almanyayê cezayê muebetê li efserekî hikumeta Şamê birî
13 ÇILE, 2022   13:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Reutersê ragihand ku efserê bi navê Enwer Ruslan bi 58 cezayên kuştinê di girtîgeha Şamê de hate tawanbarkirin. Li gorî dozgeran herî kêm 4 hezar kes ji muxalîfan di navbera salên 2011- 2012'an de hatin îşkencekirin, dema ku ew berpirsê îstixbaratê yê hikumeta Şamê bû.

Ev duyemîn ceza ye ku Dadgeha Herêmî ya bajarê Koblenz ê Almanyayê dide kesên ku di şerê navxweyî yê Sûriyê de sûc kirine.

(dx)