Li Qamişloyê salvegera Kongra Star hate pîrozkirin

Şêniyên kantona Qamişloyê salvegera 17`an a damezirandina Kongra Star bi çalakiyan pîroz kir. Jinên ku tev li çalakiyan bûne, îşaret bi berdewamkirina têkoşînê û rizgarkirina tevahî jinan kir.

13 ÇILE, 2022   13:37
QAMIŞLO

Bi boneya salvegera 17`an a damezirandina Kongra Star ku dikeve 15`ê Çileyê, şêniyên Qamişlo, endamên Kongra Star, endamên saziyên Rêveberiya Xweser salvegera 17`an a Kongra Star pîroz kir.

Şahî li stada girtî ya li rojhilatê Qamişloyê li dar ket. Endama rêveber a Kongra Star Menîhe Heyder axivî û salvegera Kongra Star li tevahiya jinan û rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û got: “Bi saya fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan me gelek destkeftî bi dest xistin.”

Menîha Heyder got: “Destpêkê bi berxwedana gelek jinan, Yekitiya Star ava bû. Bê guman bingeha wê têkoşînê hebû. Em şehîd Sakîne Cansiz ji bîr nekin ku ji bo tevgera azadiya jinan bû mîras û dîrok.”

Menîha di dawiyê de piştrast kir ku pergala desthilatdar di hemû warên siyasî, civakî û çandî de jinan dike hedef û got: “Me fikrên rêber Abdullah Ocalan ji xwe re kirine bingeh, em hêza xwe ji şehîdên xwe digirin.”

TIRBESPIYÊ

Li navçeya Tirbespiyê şêniyan şahiyek organîze kir. Hemû pêkhateyên navçeyê tev lê bûn.

Şahî li Hola Siyasî ya li bakurê navçeyê li dar ket. Tê de endama rêveber a Kongra Star a kantona Qamişloyê Henîfe Xelîl axivî û got: “Ji ber zilma li ser jinan tê meşandin û li gel siyasetên zordest diviyabû tevgereke jinan hatiba avakirin ku mafên wê biparêze û ji bo azadiya wan tê bikoşe.”

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê Îman Seîd jî di şahiyê de axivî û destnîşan kir ku jin ji zîhniyet û siyasetên dijber rizgar bûn û di gelek warên leşkerî, siyasî û civakî de bûn pêşeng.

TIL BIRAK

Li Til Birakê bi heman armancê, Kongra Star şahiyek li hola Navenda Çand û Hunerê ya navçeyê li dar xist. Bi dehan şêniyên navçeyê beşdarî şahiyê bûn.

Hevseroka Meclisa Navçeya Til Birakê Emîne Xilêf axivî û salvegera damezirandina Kongra Star pîroz kir û piştrast kir ku heta rizgarkirina hemû jinan ji zîhniyeta baviksalar, berxwedan û têkoşîna wan berdewam e.

Her wiha di şahiyê de endama rêveber a Kongra Star Henen Silêman axivî û got: “Kongra Star hewl da jinan bi rêxistin bike û wan perwerde bike, piştî ku gelek azar ji ber zîhniyeta baviksalar û kevneşopan kişandin.”

Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

(şx)

ANHA