Rûspiyên Tebqayê: Hevgirtin li hember planên dewleta Tirk çareya yekane ye

Şêx û rûspiyên êlên Tebqayê destnîşan kir ku li hember xetereyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê pêwîstî bi hevgirtinê heye. Her wiha piştrast kirin ku dewleta Tirk li dijî hêviyên gelê Sûriyê ye û tenê dixwaze parçekirina axa Sûriyê rewa bike.

Rûspiyên Tebqayê: Hevgirtin li hember planên dewleta Tirk çareya yekane ye
13 ÇILE, 2022   13:54
TEBQA

Rûspiyên êlên Tebqayê têkildarî zêdebûna êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da.

Şêxê êla El-Bû Xemîs Hisên El-Raşid daxuyanî li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya bajêr xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em sûcên Erdogan ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin. Her çi qas êrişên wî zêde bibin, berxwedana me dê mezintir bibe. Em ê bi hevgirtina xwe hemû pêkhateyên herêmê ji dagirkeriyê biparêzin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê gelê Sûriyê li hember hemû xetereyan bibe yek.

Her wiha di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku dewleta Tirk armanc dike axa Sûriyê parçe bike û tev li Tirkiyê bike. Di wê çarçoveyê de siyaseta tirkkirinê dimeşîne da ku bi hêsanî axa Sûriyê tev li axa xwe bike.

Di dawiyê de bang li gelê Sûriyê bi giştî û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet hat kirin ku bi lîstikên Erdogan neyên xapandin, ji ber ku Sûriye ya hemûyan e û ji erka hemûyan e wê ji siyasetên parçekirin û dagirkirinê biparêzin.

(şx)

ANHA