Serokê Kazaxistanê ragihand ku rewşa li welêt hatiye kontrolkirin

Serokê Kazaxistanê Qasim Tokayev ragihand ku tevliheviya li welêt hatiye kontrolkirin. Li aliyekî din Washingtonê hişyarî da ku hêzên Rûsyayê li welêt belav bûne û got cîhan dê her sûcekî li dijî mafên mirovan bişopîne.

Serokê Kazaxistanê ragihand ku rewşa li welêt hatiye kontrolkirin
7 ÇILE, 2022   10:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî gelek ajansan ku agahiyên xwe dispêrên nivîsgeha serokê Kazaxistanê, ragihand ku tevliheviya li welêt bi giştî hatiye kontrolkirin.

Qasim Tokayev wiha got: "Hêzên ewlehiyê heta radeyeke mezin li hemû herêman rewş kontrol kir. Ev xebat heta tunekirina çalakvanan dê berdewam bike."

Wezareta Karên Hundir a Kazaxistanê di daxuyaniyeke cuda de got: “26 çekdar hatine kuştin. Zêdetirî 3 hezar kes hatine girtin û 18 polîs hatin kuştin.”

Her wiha wezaretê piştrast kir ku 70 bendên kontrolê li seranserê welêt hatin avakirin. Televîzyona fermî ya welêt bi bîr xist ku Tokayev îro dê xîtabekê bide.

Li aliyekî din Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hişyarî da ku hêzên Rûsyayê yên li Kazaxistanê hatine belavkirin, saziyên Sovyetê yên berê kontrol dikin û destnîşan kir ku cîhan dê her sûcekî li dijî mafên mirovan bişopîne.

Serokê Rêxistina Peymana Ewlehiyê ya Komî ku serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşînyan e, ragihand ku rêxistinê li ser daxwaza Kazaxistanê mudaxele kiriye.

Li aiyekî din berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA’yê Ned Price got: "Em hêvî dikin ku hikumeta Kazaxistanê di demeke nêz de bi pirsgirêkên aborî û siyasî re mijûl bibe. DYA hevkara Kazaxistanê ye."

Li gorî Ned Price wezîrê karên derve yê DYA’yê Anthony Blinken duh bi hempîşeyê xwe yê kazaxistanî Muxtar Telebirdî re axivî û bang lê kir ku aloziyê bi awayekî aştiyane çareser bikin û rêzê ji azadiya çapemeniyê re bigirin. Blinken piştrast kir ku DYA piştgiriyê dide saziyên Kazaxistanê û azadiya çapemeniyê.

(şx)