Çalakiya li Sêmalkayê 95 roj e didome

Çalakvanên Sêmalkayê xiyaneta PDK û radestnekirina cenazeyên şehîdan ruxmî bangewaziyên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di roja 95’an a çalakiyê de şermezar kirin.

Çalakiya li Sêmalkayê 95 roj e didome
7 ÇILE, 2022   10:55
QAMIŞLO

Ev 95 roj e çalakiya li Sêmalkayê didome. Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rojane berê xwe didin deriyê sînor ê Sêmalkayê û nobetê digirin.

Heta niha Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bangewaziyên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo radestkirina cenazeyên şehîdan, nehatine bersivandin.

Îro şêniyên navçeya Girkê Legê çalakî ji şêniyên navçeya Çilaxa dewr girt. Piştî wê hevseroka navçeya Girkê Legê Newroz Ehmed axivî û piştrast kir ku heta niha û ruxmî derbasbûna 94 rojan lê PDK guh nade daxwazên malbatên şehîdan.

Newroz wiha domand: "Çalakgeran soz da ku heta wergirtina cenazeyên şehîdan dê çalakî berdewam bike. Dayikên aştiyê û ciwanan berê xwe da deriyê sînor ê Pêşxabûr da ku nameyekê radestî rayedarên PDK`ê bikin lê PDK`ê bi girtina deriyên sînor bersiva wê nameyê da."

(şx)

ANHA