Hêzên Ewlekariya Hundirîn bazirganekî çekan girt

Hêzên Ewlekariya Hundirîn duh li bajarokê Hezîme yê Reqayê bazirganekî çekan girt û radestî dozgeriya giştî kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bazirganekî çekan girt
7 ÇILE, 2022   10:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera fermî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, li ser gilînameyekê ji aliyê navendeke ewlehiyê ve têkildarî hebûna bazirganekî çekan li herêmê, Hêzên Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî dest bi şopandin û lêkolînê kir.  Piştî berhevkirina delîlan, hêzê ser mala wî kesî de girt û gelek çek pê re girtin.

Cureyên çekên hatine desteserkirin ev in: Kalaşnîkofek, 2 debance, 2 mexzen, bombakşinek, 6 sebatane.

Hate zanîn ku di lêpirsînê de ew kes li xwe mikur hatiye ku bazirganiya çekan dike û bi awayekî neqanûnî û li beramber pereyên zêde çek firotine welatiyan.

Piştî bidawîbûna lêpirsînê bazirganê çekan veguhastin dozgeriya giştî da ku were darizandin.

(şx)

ANHA