Dîmenên hovîtiya îşkenceya li dijî revandiyan li Girê Spî

Dîmenên ku ajansa me bi rêya çavkaniyên xwe ji kantona Girê Spî ya dagirkirî bi dest xistine, asta îşkenceya hovane ya li ser kesên revandî di girtîgehên çeteyên dewleta Tirk de tê kirin, xuya dikin.

Dîmenên hovîtiya îşkenceya li dijî revandiyan li Girê Spî
3 ÇILE, 2022   13:33
EYN ÎSA

Di dîmenan de ku ANHA’yê ji çavkaniyên herêmî bi dest xistine, xuya dibe ku çete îşkenceyeke hovane li sivîlekî dikin û şûna îşkenceyê li ser laşê wî diyar dibin.

Heman çavkaniyan ragihand ku dîmen ji qada girtîgeha şaxa çeteyên polîsên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker li kantona dagirkirî hatine girtin ku çeteyê bi navê Ehmed El-Xelef wê şaxê bi rê ve dibe.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên hovane li dijî şêniyan li herêmên dagirkirî pêk tînin. Ruxmî wê jî civata navneteweyî li hember kuştina sivîlan û revandina wan bê deng e.

(şx)

ANHA