Elî El-Ebdî: Dewleta Tirk hewl dide herêmê vala bike

Hevserokê şaredariya navçeya Zirganê Elî El-Ebdî piştrast kir ku dewleta Tirk ji hedefgirtina saziyên sivîl û welatiyan armanc dike şêniyan koçber bike û herêmê vala bike. Her wiha bang li civata navneteweyî kir ku erkên xwe bîne cih.

Elî El-Ebdî: Dewleta Tirk hewl dide herêmê vala bike
3 ÇILE, 2022   13:19
HESEKÊ-IYAD EL-SILO

Elî El-Ebdî ji ajansa me re têkildarî topbarana li ser avahiya şaredariyê axivî. Di encama topbaranê de zirar gihaşt gelek beşên avahiya şaredariyê.

El-Ebdî got: "Ev cara duyemîn e ku avahiya şaredariyê dikin hedef. Beriya wê gelek top li avahiyê ketin."

Elî El-Ebdî piştrast kir ku dewleta Tirk ji vê topbaranê û hedefgirtina saziyên sivîl, cihên olî û welatiyan armanc dike ku şêniyan koçber bike, herêmê vala bike û ewlehiya li herêmê têk bibe. El-Ebdî destnîşan kir ku ruxmî tobparanê jî şênî bi israr in ku li ser axa xwe bimînin.

Elî El-Ebdî bal kişand ser hedefgirtina saziyan û bi bîr xist ku ev sazî ji nû ve tên sererastkirin da ku kar û xebat were meşandin û piştrast kir ku xebatên şaredariyê berdewam in.

Her wiha hevşaredarê Zirganê Elî El-Ebdî hêzên garantorên agirbestê; Rûsya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) rexne kirin ji ber ku li hember hedefgirtina herêmê, sivîlan bê deng in. El-Ebdî bang li civata navneteweyî û rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku erkên xwe bînin cih.

Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka Kanûnê ve êrişî navçeyên Zirgan û Til Temirê yên kantona Hesekê dike.

(şx)

ANHA