Meclisa Xeta El-Farat êrişa li dijî El-Seyada şermezar kir

Şêniyên Xeta El-Farat li rojavayê Minbicê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina sivîlan û herî dawî şehîdkirina dayikekê û zaroka wê li gundê El-Seyada, şermezar kirin.

Meclisa Xeta El-Farat êrişa li dijî El-Seyada şermezar kir
3 ÇILE, 2022   13:39
MINBIC

Bi dehan şênî û endamên saziyên Xeta El-Farat li rojavayê Minbicê li pêşiya meclisê kom bûn. Endama Komîteya Jinan Arîn El-Omer daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî şêniyên xeta El-Sacûr hatin şermezarkirin û bang li civata navneteweyî hat kirin ku sûcên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û kuştina sivîlan rawestîne.

(şx)

ANHA