Balafirên şer ên Rûsyayê dîsa êriş birin ser Idlibê

Ji vê sibê ve balafirên Rûsyayê 10 derbeyên hewayî li dijî deverên cuda yên Idlibê pêk anîn. Di wê bombebaranê de derdora gundê El-Şêx Yusif li gundewarê rojavayê Idlibê, derdora girtîgeha navendî ya li nêzî bajêr, stasyona Sîcer a avê hatin hedefgirtin.

Balafirên şer ên Rûsyayê dîsa êriş birin ser Idlibê
2 ÇILE, 2022   14:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê êrişên li dijî “herêma bê çek” zêde kirin. Heta vê kêliyê balafirên şer ên Rûsyayê bi 10 êrişan derdora gundê El-Şêx Yusif li gundewarê rojavayê Idlibê kir hedef.

Her wiha balafirên, derdora girtîgeha navendî ya li nêzî Idlibê, derdora stasyona Sîcer a avê ku avê dide Idlibê û gundên li rojavayê wê kirin hedef. Di encamê de zirar gihaşt boriyên avê.

(şx)