Li Lubnanê malbateke sûrî xeniq

Li gundekî başûrê Lubnanê malbateke sûrî dema di xew de bû, ji ber bêhna dûmana jehrî ya komirê jiyana xwe ji dest da.

Li Lubnanê malbateke sûrî xeniq
2 ÇILE, 2022   14:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundekî başûrê Lubnanê, jineke sûrî û 3 zarokên xwe, dema di xew de bûn ji ber kişandina bêhna dûmana jehrî ya komirê jiyana xwe ji dest dan. Malbatê komir ku ji bo germkirinê dişewitandin,.

Malpera Al-hurra li ser zimanê berpirsekî qada tenduristiyê Yusif El-Dir ragihandin ku cenazeyên her 4 kesan ji nexwewşxaneyê hate veguhestin û got, malbata li gundê Xerayîb a li ser Deryaya Spî  ji bo germkirinê komir bi kar dianî.

Berpirsê nexweşxaneya Feqîh diyar kir ku dayika (31) û zarokên wê yên di navbera 8, 7, 4 salan de dema gihaştin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabûn û agahiya wefata wan bi xeniqandinê hate eşkerekirin, lê kesê ev agahî da nasnameya xwe diyar nekir.

Li Lubnanê ku nifûsa wê 6 milyon e, di halê hazir de derdora 1,5 milyon sûriyên ku ji ber aloziya Sûriyê reviyane lê hene. Pirraniya wan kesan li kamp û malên kavilkirî dimînin û rewşa aborî ya Lubnanê kambax e.

 (eh)