Balafirên şer ên Rûsyayê beyareyên Hims û Dêrazorê bombebaran kirin

Balafirên şer ên Rûsyayê vê sibê bi 15 êrişan nuqteyên şaneyên çeteyên DAIŞ`ê li beyareya Sûriyê kirin hedef.

Balafirên şer ên Rûsyayê beyareyên Hims û Dêrazorê bombebaran kirin
2 ÇILE, 2022   13:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê, nuqteyên çeteyên DAIŞ`ê yên li beyareya Sûriyê bombebaran kir. Balafirên Rûsyayê deverên ji beyareya rojhilatê Himsê bigire heta bigihêje beyareya Dêrazorê û sêgoşiya Hema-Heleb-Reqayê bi 15 derbeyên hewayî kirin hedef. Lê agahiyên der barê encamên êrişan de nehatin bi destxistin.

Balafirên şer ên Rûsyayê duh zêdetirî 25 êrişên hewayî li dijî beyareyên Resafe û Asreya li dar xist.

(şx)