Şêniyên Dirbêsiyê: Heta wergirtina cenazeyên şehîdan çalakî berdewam e

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê piştrast kirin ku çalakiya wan li Sêmalkayê heta pêkanîna daxwazên malbatên şehîdan, berdewam e. Her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan, yên navneteweyî û partiyan kirin ku komîteyekê ava bikin da ku çarenûsa cenazeyên şehîdan eşkere bibe.

Şêniyên Dirbêsiyê: Heta wergirtina cenazeyên şehîdan çalakî berdewam e
2 ÇILE, 2022   12:30
QAMIŞLO

90 roj li ser çalakiya li Sêmalkayê derbas bû ku Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê di 5`ê Cotmehê de bi armanca wergirtina cenazeyên şehîdan li darxistbû ku di kemîna Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de şehîd bûbûn.

Endamên Yekitiyên girêdayî Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ya navçeya Dirbêsiyê serdana çalakiya li Sêmalkayê kir.

Li ber deriyê sînor yê Pêşxabûrê bi navê Yekitiyan TEV-DEM`ê ya navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî kantona Hesekê Xalid Şêxo daxuyanî da.

Xalid Şêxo di destpêka daxuyaniyê de hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk re û neradestkirina cenazeyên şehîdan şermezar kir. Her wiha diyar kir ku bi rêya vê hevkariyê, dewleta Tirk a dagirker sûcên cuda li dijî gerîla û sivîlên li Başûrê Kurdistanê pêk bîne.

Xalid Şêxo bang li PDK`ê kir ku tu carî dewleta Tirk a dagirker nabe dostê kurdan, mînaka wê jî dewleta Tirk referandoma serxwebûna Kurdistanê red kir.

Xalid Şêxo di dawiyê de piştrast kir ku çalakiya wan heta pêkanîna daxwazên malbatên şehîdan û wergirtina cenazeyên şehîdan berdewam e û bang li rêxistinên mirovî, yên navneteweyî û partiyan kir ku komîteyekê ava bikin da ku çarenûsa cenazeyên şehîdan eşkere bibe.

(şx)

ANHA