Malbatên şehîdan ên Tebqayê: Em li pişt berxwedana şêniyên Kobanê ne

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê piştgirî da berxwedana Kobanê ya li dijî dagirkeriyê û bang li civata navneteweyî kir ku li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî welatiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi erka xwe rabe.

Malbatên şehîdan ên Tebqayê: Em li pişt berxwedana şêniyên Kobanê ne
2 ÇILE, 2022   06:54
TEBQA - EBDUREHMAN EL-SALIH

Endamên rêvber ên Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqaqyê têkildarî hedefgirtina maleke li rojhilatê Kobanê di 25`ê Kanûna 2021’an de ku di encamê de 5 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan şehîd bûn, ji ajansa me re axivîn.

Mehmûd El-Şamî ev êriş şermezar kir û got: “Sûcên dewleta Tirk a dagirker berdewam in. Lê di vê dawiyê de bi awayekî berbiçav zêde bûne. Dewleta Tirk bêdengiya civata navneteweyî û dewletên garantor ên li herêmê mîna Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Rûsya bi kar tîne.”

Mehmûd El-Şamî piştrast kir ku dewleta Tirk dema ku dît nikare destwerdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, rengê êrişên xwe guhert, êdî welatiyan û herêman bi dronan dike hedef da ku bi behaneya parastina ewlehiya xwe, îstiqrar û ewlehiya li herêmê têk bibe.

El-Şamî bang li hêzên garantor û rêxistinên hiqûqî kir ku bi lez helwestekê nîşan bidin û sûcên dewleta Tirk rawestînin.

Her wiha Mihemed El-Ereb li ser hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gel şert û mercên heyî wiha got: “Em xelkê Kobanê bi tenê nahêlin. Em ê li hember hemû kesên ewlehiya herêmê û jiyana hevbeş dike hedef, li ber xwe bidin.”

Mihemed El-Ereb wiha domand: “Êrişên dewleta Tirk a dagirker ne nû ne, dijminahiya wê dê girêdana me ya bi projeya me ve zêde bike, dê vîna me û israra me xurttir bike. Em ê li rex hêzên xwe li hember dagirkeriyê li ber xwe bidin û azadî, wekhevî û ewlehiyê li hemû herêman pêk bînin.”

Mihemed El-Ereb di dawiyê de bang li hemû dewlet û rêxistinên mirovî kir ku ji bêdengiya xwe derkevin, dewleta Tirk ceza bikin û sûcên li dijî gelên herêmê pêk tîne, rawestînin.

(şx)

ANHA