Welatiyeke din ji ber topbarana li ser Zirganê şehîd bû

Di encama topbaranên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dijî navçeya Zirganê de welatiya bi navê Comane Mûsa Nehar şehîd bû, bi wê re hejmara şehîdan bû 3.

Welatiyeke din ji ber topbarana li ser Zirganê şehîd bû
30 kanûn, 2021   18:18
HESEKÊ

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran navçeya Zirgan û gundên wê topbaran kirin, di encamê de Comane Mûsa Nehar, xwişka şehîd Cewahir Mûsa Nehar jî şehîd bû. Beriya wê jî zarokê bi navê Elam Elî Îsa yê du salî jî şehîd bûbû, bi wê re hejmara şehîdan bû 3 û birîndar bûn 5, li kêlek wê jî gelek zirar bi mal û milkên şêniyan û mizgeftan bûn.

(fr)

ANHA