Li Minbicê şehîdên meha Kanûnê hatin bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê şehîdên meha Kanûnê û şehîdên 2021’an bi pêxistina mûman li ser gorên wan bi bîr anîn.

Li Minbicê şehîdên meha Kanûnê hatin bibîranîn
Li Minbicê şehîdên meha Kanûnê hatin bibîranîn
Li Minbicê şehîdên meha Kanûnê hatin bibîranîn
Li Minbicê şehîdên meha Kanûnê hatin bibîranîn
30 kanûn, 2021   17:53
MINBIC

Di merasîma bîranînê de ku li goristanê li dar ketiye bi dehan şêniyên Minbicê, endamên saziyên sivîl û leşkerî amade bûn.

/ar/uploads/files/2021/12/30/172320_mhmd-aly-alabw.webp

Merasîma bîranîna bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Mihemed Elî El-Ebo wiha got: "Hûn her sal meşaleyên rêya me ya ber bi serkeftinê ve ne û her sal lehengên me ne ku we di oxira pêkanîna aramî û aştiyê de canê xwe da."

Piştre şêniyan mûm li ser gorên şehîdan pê xistin.

(fr)

ANHA