Ciwanên Tebqayê ji bo şermezarkirina êrişên li ser Kobanê meşeke meşaleyî li dar xist

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk ku di encamê de 5 endamên ciwanên şoreşger û jinên şoreşger li Kobanê şehîd bûbûn de, meşeke meşaleyî li dar xist.

Ciwanên Tebqayê ji bo şermezarkirina êrişên li ser Kobanê meşeke meşaleyî li dar xist
30 kanûn, 2021   18:33
TEBQA

Bi dehan şêniyên Tebqa, endamên saziyên sivîl beşdarî meşê bûn. Şêniyan pankartên "Ciwanên Şoreşger nûnertiya gel û şoreşgerê dikin û bi xwîna şehîdên me em ê agirê serhildanê pêxin" û wêneyên şehîdan hildan.

Meş ji pêş Parka Şehîd Hevrîn Xelef ber bi taxa yekem a li bakurê bajêr dest pê kir, di meşê de şêniyan soza tolhildanê da û diruşmên silavkirina berxwedana rêber Ocalan û fedekariyên şehîdan bilind kirin.

Meş vegeri mîtîngê û endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê Şeza El-Hisên daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

/ar/uploads/files/2021/12/30/173244_shbybh-altbqh-ykhrjwn-bmsyrh-mshaal-astnkaraan-lhjwm-alahtlal-altrky-ala-kwbany-28629.webp

"Em Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan êrişên dewleta Tirk ên tirsonak ên li dijî gelê me yê têkoşer ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet Kobanê şermezar dikin. Ji ber Kobanê nuqteya destpêkê ya têkbirina rêxistina DAIŞ’ê bû ku desteka xwe ji Erdogan digire. Lê piştî DAIŞ li Kobanê şikest û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hêla leşkerî ve têk çû, kîna dewleta Tirk li dijî gelê me zêde bû.

Hedefgirtina Kongra Star li Kobanê di demeke berê de û niha jî hedefgirtina tevgera ciwanan nîşaneya ku şoreşa biratiya gelan tê hedefgirtin, ji ber ev şoreş jı gelên herêmê û cîhanê re hêviya zirgarkirinê ye.

Tevahî dizanîn ku êrişên Erdoganê faşîst û sîxurên wî nîşaneya tirs û binketina wan e.

Êriş me lawaz nakin, lê belê israra me ya li ser tohildanê bilind dikin û em ji ajan û îxanetan re dibêjin ku em têkoşer û şoreşgerên tevgera tolhildanê ne û em ê bersiva van êrişan du qatî zêde bidin.

Em bang li tevahî sûriyên li hundir û derve dikin bi taybet ên li hundirê Tirkiyê, dem dema azadiyê ye û li hember Erdogan û hikumeta wî ya terorîst serî hildin. Em ê tola xwe hilînin û em ê bi ser kevin, werin cenga azadiyê, ji ber serkeftin wê pêk were."

(fr)

ANHA