Parêzerekî têkildarî sûcên li dijî girtiyên siyasî banga destwerdana lezgîn kir

Parêzer Mihemed Cemîl diyar kir ku dewleta Tirk destûrên xwe û qanûnên parastina mafên mirovan, bi taybet ên girtiyan binpê dike û got: "Dewleta Tirk tevî ku peymanên Cinêv 1,2 û 3 îmze kirine, lê her cure îşkence li dijî girtiyan pêk tîne û rêxistinên mafên mirovan jî bêdeng in."

Parêzerekî têkildarî sûcên li dijî girtiyên siyasî banga destwerdana lezgîn kir
26 kanûn, 2021   07:14
HELEB- ARIF SILÊMAN

Ji ber zext û îşkenceyên ku desthilata Tirk li dijî girtiyên siyasî pêk tîne, zêdetirî 6 girtî şehîd bûne.

Li gorî daxuyaniya Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED),  girtiya Garîbe Gezer 9'ê Kanûnê di Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê şehîd bû, Abdulrezak Şûyûr 14'ê Kanûnê di Girtîgeha Tîpa T a Şakran de şehîd bû û Halîl  Guneş 15'ê Kanûnê di Girîgeha Amedê de şehîd bû.

Girtiyê nexweş ê giran Salih Togrûl di Girtîgeha Tîpa E ya Sertê de ji ber îşkenceyê hişê xwe winda kiribû û di sala 2014'an de hatibû berdan, 15'ê Kanûnê li nexweşxaneyê şehîd bû, Îlyas Demîr ê ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Bolûyê girtî bû û cezayê muebedê ya girankirî xwaribû, 17'ê Kanûnê di hucreya takekesî de şehîd bû,   Vedat Erkmen 19'ê Kanûnê di Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê de şehîd bû.

Parêzer Mihemed Cemîl ji ANHA'yê re axivî û diyar kir îşkenceya ku di girtîgehên Tirkiyê de têne kirine binpêkirineke xeter a mafên mirovan e û got: "Îşkencekirin bandorên neyinî dike, aloziyên derûnî û fîzkî ji girtî re çêdike û bi demê re dibe sedema nexweşiyên mejî  û derûnî."

Cemîl îşaret pê kir ku kiryarên dermirovî yên ku dewleta Tirk li dijî girtiyên di girtîgehên li Tirkiyê de pêk tîne, li girtîgehên li herêmên Sûriyê yên ku dagirkirine mîna girgtîgeha Raî jî pêk tîne

'TIRKIYÊ LIHEVKIRINÊN KU ÎMZE KIRINE, BIN PÊ DIKE'

Parêzer Cemîl îşaret bi madeya 7 a peymana navneteweyî ya mafên sivîl û siyasetmedaran kir ku sala di 1966'an de hatiye derxistin û got: " Li gor rêgezên bingehên ên têkildarî nêzîkatiyên bi girtiyan re ku di Kongraya Yekemîn a Neteweyên Yekbûyî hatine destîşankirin, nabe nêzîkatiyên nelayiq û ne mirovî li hemberî girtiyan were kirin."

Derbarê peymanên Cinêv 1 û 3 jî de ku teqezî bi parastina mafên mirovan û sivikkirina azarên qurbaniyên di şerê çekdarî de dike, Cemîl wiha domand: "Dewleta Tirk tevî ku ev hemû peyman îmze kirine, lê hemû cure îşkence li dijî girtiyan pêk tîne û tevahî qanûnan bin pê dike."

Cemîl diyar kir ku binpêkirinên ku dewleta Tirk li dijî girtiyan pêk tîne, ne tiştekî ne ye, lê dîroka wê bi îşkencekirin û tundiya li hemberî girtiyên siyasî tijî ye.

Cemîl bang li rêxstinên navneteweyî yên têkildarî girtiyên siyasî kir ku bi lez destwerdanê bikin û sûcnê dewleta Tirk rawestînin.

'TIRKIYÊ DESTÛRA XWE JÎ BINPÊ DIKE'

Parêzer Mihemed Cemîl di dawiya axaftina de bang li Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî kir ku kiryarên dermirovî yên li dijî girtiyên siyasî yên di girtîgehên Tirkiyê de bi dawî bikin û got: "Tirkiyê destûr û qanûnên xwe yên ku îşkenceyê di girtîgehan de sûcdar dike, bin pê dike."

Li gorî benda 17'an a madeya 2'yan a destûra Tirkiyê nabe ku îşkence û nêzîkatiyên ne baş li girtiyan were kirin.

ANHA