​​​​​​​Malbatên şehîdan: Dewleta Tirk bi êrişan dixwaze herêmê ji niştecihên wê vala bike

Malbatên şehîdan ên kantona Efrînê êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Zirgan û Til Temir şermezar kirin û got, bi van êrişan armanc dike ku herêmê ji niştecihên wê vala bike da planên xwe yên dagirkerane pêk bîne.

​​​​​​​Malbatên şehîdan: Dewleta Tirk bi êrişan dixwaze herêmê ji niştecihên wê vala bike
26 kanûn, 2021   07:50
ŞEHBA-ALAN REŞÎD

Beriya çend rojan artêşa Tirk û çeteyên wê êrişên giran birin ser navçeyên Zirgan û Til Temir ên girêdayî kantona Hesekê, di encamê de 4 welatî şehîd bûn û 14 jî birîndar bûn, di nav de zarok jî hebûn.

Dagirkeran bi zêdetirî 180 top û moşekan gundên bakur û rojavayê navçeya Zirganê kirin hedef û zirar gihand mal û milên welatiyan.

Bavê şehîd Gulbihar Efrîn, Reşîd Reşo êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û ev li gotina xwe zêde kir: "Artêşa Tirk li Efrînê sûc pêk anî û li dijî niştecihên wê jî bi dehan komkujî pêk anîn, li hemberî vê yekê jî hesab jê nehat xwestin. Li navçeya Zirganê jî li pêşberî çavên cîhanê komkujiyê pêk tîne û zarokan qetil dike.".

Reşo diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ew e ku xewna Osmanî zindî bike û Mîsaqa Millî aktîf bike, ji lew re şêniyên herêmê ku li ser bingeha neteweya demokratîk yekitiya xwe ava kiriye, hede digire da welatiyan koçber bike û paşê wan herêman dagir bike.

Reşo di dawiyê de li dijî êrişên dagirkeriyê soza berxwedanê da.

Dayika şehîd Amed Rojhilat, Hêvîn Elûş axivî û got: "Tirkiye bûye alava qetilkirina zarokan, mînaka wê jî beriya du salan li navçeya Til Rifetê komkujî pêk anî û 8 zarok şehîd xist, her wiha beriya wê jî li Efrînê pêk anî û di encama êrişên wê yên hovane de bi dehan zarokên bêguneh şehîd bûn. Îro jî siyasta qetilkirina zarokan li navçeya Zirganê dubare dike û aliyên îdiaya parastina mafên mirovan dikin, hesab jê naxwazin."

Hêvîn Elûş ev li gotina xwe zêde kir: "Artêşa Tirk hewl dide gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê qir bike da ku bi rêya qetilkirin, koçberkirina welatiyan û talankirina mal û milkên wan serdema Osmaniya xwînrij zindî bike."

Hêvîn Elûş di dawiyê de komkujiya artêşa Tirk li navçeya Zirganê pêk anîye û bêdengiya navneteweyî û rêxisitnên mirovî ya li hemberî vê yekê şermezar kir.

Bavê şehîd Welat Mûdeser Silêman êrişên ji navçeya Zirganê û Til Temir şermezar kir û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Armanca artêşa Tirk ji vê êriş û komkujiyê, valakirina herêmê ji niştecihên wê ye da planên xwe yên dagirkerane pêk bîne."

(eh)

ANHA