Hêzên Ewlekariya Hundirîn êrişa li dijî Kobanê şermezar kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê êrişa artêşa Tirk a dagirker li ser malekê li taxa Şehîd Peyman a bajarê Kobanê, şermezar kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn êrişa li dijî Kobanê şermezar kir
26 kanûn, 2021   08:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê hedefgirtina maleke sivîl li bajarê Kobanê ji aliyê balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

"Balafireke dewleta Tirk a dagirker malek li taxa şehîd Peyman a bajarê Kobanê kir armanc. Di encamê de 2 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 7 sivîl jî birîndar bûn.

Em wekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê van êrişên faşîst şermezar dikin û bang li civaka navneteweyî dikin ku pabendî soz û peymanên navneteweyî yên parastina maf û mal û milkên sivîlan bin. Her wiha zextê li dewleta Tirk bikin da ku êrişên bi vî rengî dubare neke."

(dx)