Saziya kehrebeyê li Zirganê dest bi sererastkirina xetên kehrebeyê kir

Saziya kehrebeyê li navçeya Zirgan a bakurê kantona Hesekê dest bi sererastkirina xetên kehrebeyê yên di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de xerab bûbûn.

Saziya kehrebeyê li Zirganê dest bi sererastkirina xetên kehrebeyê kir
25 kanûn, 2021   11:59
HESEKÊ

Li gorî çavdêrên tîma sererastkirinê, li taxên rojavayê navenda navçeyê 30% xetên kehrebeyê zirar dîtiye, her wiha stasyonên biçûk li hin gundan ji xzimetê derketine piştî ku navçe ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve di 21 û 22'ê vê mehê de hatiye topbarankirin.

Saziyê kehrebeyê ya li navçeyê hewl dide ku toreyên kehrebeyê di demeke nêz de sererast bike.

(dx)

ANHA